Yilmaz ê YPG'yî bi girseyî hate definkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Firat Yilmaz (Erdal Garzan) ê ku li Kobanê di dema operasyonên paqijkirinê de yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi dirûşma,"Şehîd namirin" hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Firat Yilmaz (Erdal Garzan) ê ku li Kobanê di dema operasyonên paqijkirinê de yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi dirûşma,"Şehîd namirin" hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Firat Yilmaz (Erdal Garzan) ê 17'ê Nîsanê di operasyona li gundê Çelebî yê Kobanê de di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da li navçeya Ceyhanê ya Edene bi girseyî hat definkirin. Cenazeyê Yilmaz piştî karên otopiyê yên li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û ber bi navçeya Ceyhanê ya Edene ve derxistin rê. Li navçeyê ji ber merasîma cenazeyê Yilmaz esnafan dikanên xwe girtin. Cenazeyê Yilmaz di ketina navçeyê de ji aliyê girseya di nav de namzetên HDP'ê yên Edene, MEYA-DER, TUHAD-FED, rêveberên HDP'ê yên Endene, KJA, meclîsa ciwanên HDP'ê û gelek kesên din heyî bi dirûşmên, "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hate pêşwazîkirin.

Di pêşwazîkirinê de posterên Rêberê GelêKurd Abdullah Ocalan, wêneyên Şervanê YPG'ê Yilmaz, alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin. Welatiyan wesayîta cenaze rawestandin û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin û rêzgirtin pêk anîn. Piştre cenazeyê Yilmaz bi konvoyeke qelebalik birin Mizgefte Sultan Selîm a li Taxa Altinocakê. Piştî nimêja cenaze darbesta Yilmaz bi konvoyê birin Goirstana Yenî ya Ceyhanê. Cenazeyê Yilmaz li vir bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hate definkirin.

Namzeta HDP'ê ya Edene Meral Daniş Beştaş piştî karên definkirinê axivî û diyar kir ku yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin nemir in û ji cîhanê re mirovahî hînkirin û wiha got: "Yilmaz û hevalên xwe li Kobanê li hemberî hovîtiya DAIŞ'ê şer kirin û tenê mafên kurdan neparastin. Ji bo hemû gelên cîhanê şer kirin." Beştaş anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê kê ve piştgiriya wan dihate kirin hemû kes baş dizane û wiha axivî: "Heye ji vê axê re aştî û azadî pêk tê em dê têkoşînê bikin."

Bavê Yilmaz Mevlut Yilmaz jî wiha got: “Ev şehîd ê gelê Kurd e. Yên digotin Kobanê ket dîtin ku Kobanê neket. Silavê hemû şervanên li Kobanê şer dikin ji we re silav şandin. Ez spasiyê xwe li we hemûyan dikim."

Piştî axaftinan girse derbasî Taxa Altinocak bûn û konê sersaxiyê ziyaret kirin.