Yên li Berlinale ya 65. derketin pêş

65. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî, wê îro bi belavkirina xelatan bi dawî bibe. Di nava 10 rojan de li festîvalê bi sedan fîlm hatin nîşandan. Ji bo xelatên Hirçê Zêrîn û Hirçê Zîv 19 fîlm li ber xwe didin.

65. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî, wê îro bi belavkirina xelatan bi dawî bibe. Di nava 10 rojan de li festîvalê bi sedan fîlm hatin nîşandan. Ji bo xelatên Hirçê Zêrîn û Hirçê Zîv 19 fîlm li ber xwe didin.

65. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî (65. Internationale Filmfestspiele Berlin-Berlinale), ku di 5'ê Sibatê de li paytexta Elmanya Berlînê destpê kir, vê êvarê bi belavkirina xelatan wê bi dawî bibe.

Di serî de Wettbewerb (Pêşbirk) Berlinale Special (Berlinale Taybet) Panaroma, Forum, Sînema Elman, Kurtefîlmên Berinale, Generation, Metrospektive di gelek kategoriyan de bi giştî 441 fîlm hatin nîşandan.

Di nava 10 rojan de, di serî de Berlinale Palast, Cinemaxx, CineStar, Zoo Palast, Friedrichastadt Palast, Harus Der Berliner Festpiele, International, Delphi Filmpalast, Arsenal, Akademie Der Kunste, Haus Der Kulturen Der Welt, Filmtheater Am Friedrichshain, li dehan sînema û bi sedan salonên sînemayê fîlm hatin nîşandan.

Li gorî festîvalên fîlman ên Cannes û Venedîkê, seremoniya xaliya sor zêde bal nekişand.

Fîlmên li ser pirsgirêkên siyasî û civakî îsal mora xwe li Berlinale xistin.

Ji bilî fîlmên polîtîk ên di beşa pêşbirkê de hatin nîşandan, di Forumê de bi fîlm û dokûmanterên hatin nîşandan re pirsgirêkên li herêmên cuda yên cîhanê hatin pêşkêşkirin. Herî zêde jî fîlmên ji Amerîka Latînî hatin, bal kişandin. Dokûmantera derhênerê Şîlî Patîcîo Gûzman ê bi navê "The Pearl Button" fîlmê ku herî zêde li festîvalê li ser hat axaftin.

Fîlmên sînema Elman ên "Every Think Will Be Fine" ê derhêner Wim Wenders û "Queen Of The Desert" ê Werner Herzog sînemahez şoq kirin û bal nekişandin. 

Fîlmê "Under Electric Clouds" ê derhênerê Rûs Alexey German ku ji bo xelata "Hirçê Zêrîn" li ber xwe dide, li Berlinaleyê gelekî bal kişand û nêzî xelatê tê dîtin.

Derhênerê Şîlî Pablo Larrain jî bi fîlmê xwe yê bi navê "The Clup" re dêra Katolîk hedef digire.

ÇEND NOT JI 65. BERLINALE

Ji 72 welatan 40 hezar sînemahez beşdarî Berlinale ya 65. bûn.

Li gorî agahiya di malpera fermî ya înternetê ya festîvalê de hat dayîn, bi giştî 4 hezar rojnamevan û rexnekarên sînemayê akredîtasyon kirin.

250 hezar niştecihên Berlînê di nava 10 rojan de li Berlinale li fîlman temaşe kirin.

Di çarçoveya Berlinale de 441 fîlm hatin nîşandan.

Îsal herî zêde fîlmên li ser pirsgirêkên polîtîk û civakî mora xwe li festîvalê xist û bal kişandin.

Cafar Panahî, tevî ku hatibû vexwendin jî nekarî beşdar bibe. Lê belê komekê paketên panahî hilda û di êvara galaya fîlm de rejîma Îranê protesto kir.