Yekîtiya Ekolojiyê: Meclîs dixwaze erdên gel bide şîrketan!
Yekîtiya Ekolojiyê diyar kir ku bi pêşniyaza qanûna meclîsê wê erdên gel pêşkêşî şîrketan were kirin.
Yekîtiya Ekolojiyê diyar kir ku bi pêşniyaza qanûna meclîsê wê erdên gel pêşkêşî şîrketan were kirin.
Yekîtiya Ekolojiyê derbarê ‘Pêşniyaza qanûnê ya li ser qanûna piyaseya enerjiyê û guhertina hin qanûnan’ ya ku ji Komîsyona Sanayî, Bazirganî, Enerjî, Çavkaniyên Xwezayî, Zanist û Teknolojiyê ya Meclîsê derbas bû û wê were rojeva Meclîsê li ser medyaya dîjîtal daxuyanî da.
Hevberdevka Yekîtiya Ekolojiyê Suheyla Dogan diyar kir ku bi vê qanûnê re derfetên şîrketên enerjî û madenê zêdetir dibe û pêşiya mêtingeriya li ser keda karker û kedkaran jî zêde dibe. Dogan diyar kir ku divê ev qanûn bi paş ve were kişandin û got, “Ev qanûn dibe ku dîsa were desteya giştî. Dema ev qanûn hate amadekirin, li fikra rêxistinên pîşeyî û ekolojiyê nehate pirsîn. Bi tenê 13 sektor vexwendin komîsyonê. Ji ber pandemiyê tevlêbûna Yekîtiya Ekolojiyê û rêxistinên din hate astengkirin.”
Dogan diyar kir ku bi pêşniyaza qanûnê ji bo 21 şîrketên belavkirinê, 881 kesên hilberîner, 1722 tesîsên hilberînê û gelek şîrketên madên derfet hatine avakirin. Dogan got ku, “Bi vê pêşniyazê re wê axa gundiyan pêşkêşî şîrketan were kirin. Karê şîrketên belavkirinê tê hêsankirin û hewl dayin kara wan jî zêde bibe. Piştgiriyên ji bo HES, JES, RES û YEKDEM’an zêde dibe.”
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên ekolojiyê û gel hate kirin ku bila li dijî vê pêşniyaza qanûnê helwesta xwe nîşan bidin.