Yeketiya Sporvanên Kurd ‘Kurd Sport’ hate avakirin
Yeketiya Sporvanên Kurd ‘Kurd Sport’ hate avakirin
Yeketiya Sporvanên Kurd ‘Kurd Sport’ hate avakirin
Sporvanên Kurd yên li Ewropayê jiyan dikin, li bajarê Koln yê Almanyayê hatin cem hev û biryara rêxistinbûnê dan. Di civîna ku di bin pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd yên li Ewropayê (KON-KURD) hate organîzekirin de, Yeketiya Sporvanên Kurd ‘Kurd Sport’ hate avakirin.
Li bajarê Kolnê duh li derdora 70 sporvanên Kurdistanê yên ji Holanda, Belçîka, Almanya, Fransa, Denîmarka, Swêd, Swîsre û Awûstûrya hatin, li gel hev kombûn. Di civîna ku sporvanên ji beşên sporê yên weke Futbol, basketbol, volyebol, hentbol, melevanî, atletîzm, tekwando, kick-boks, halter û hwd..tevlîbûyî di bin pêşengtiya Federasyona Komeleyên Kurd yên li Ewropayê (KON-KURD) pêkhat.
Di civîna ku rewşa sporvanên Kurd yên li Ewropayê hate destgirtin de, biryara rêxistinbûn û bi hev re tevgerkirinê hate girtin. Piştî nîqaşên hatin kirin, Yeketiya Sporvanên Kurd ‘Kurd Sport’ hate avakirin. Weke din di civînê de rêzikname û programa yeketiyê hate avakirin û qebûl kirin.
Biryar hate girtin ku, li her welatekê nûnertiya xwe vekin û di dawiya civînê de jî endamên lijneya rêveberî û hevserokên yeketiyê hatin hilbijartin. Hesen Acar û Tulay Ozçelîk weke hevserokên yeketiyê hatin hilbijartin, di rêvebertiyê de jî van kesan cihê xwe girt: Fethî Çiya, Armanc Egîd Nêrweyî, Jale Mihemediyan, Derwêş Genc û Jiyar Elî.