Yekemîn çalakiya li dijî Sergoya Yamanlar

Li dijî “Tesîsa Berterefkirina Bermayan” a wê li Çiyayê Yamanlar bê çêkirin, çalakiya yekemîn li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê pêk hat. Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê jî piştgirî dan çalakiyê.

Platforma wê Çiyayê Yamanlar nebe Sergo ya li hember “Tesîsa Berterefkirina Bermayan” a Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê dixwaze çêbike çalakiya xwe ya yekemîn li dar xist.

Girseya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê kom bû, dirûşma, “Em ê Çiyayê Yamanlar nekin sergo” berz kirin. Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Îzmîrê Zekî Gul, Pinar Tirk û Semra Uzunok jî piştgirî dan çalakiyê.

Daxuyanî ji aliyê yek ji niştecihê gundê Yamanlar Huseyîn Atli ve hat xwendin. Atli diyar kir ku wê destûr nedin çavkaniyên wan ên avê bên qirêjkirin.

...