YE bi hinceta ‘jehrî ye’ lîmonan ji Tirkiyeyê nakire

Tirkiye ji meha Mijdarê ve dixwaze lîmon di serî de gelek mêweyan têxe bazara Yekîtiya Ewropayê. Derket holê ji ber ku di lîmonan de rêjeyeke zêde jehr heye, Yekîtiya Ewropayê lîmonan nakire.

Yekîtiya Sektora Lîmon û Greyfûrtê ya Îspanyayê (Aîlîmpo) diyar kir ku lîmonên Tirkiyeyê jehrî ne. Vê saziyê diyar kir ku ji meha Mijdarê û heta niha di 18 barên lîmon û 7 greyfûrtan de ji rêjeya normal zêdetir dermanên çandiniyê heye.

Ne bi tenê li Yekîtiya Ewropayê li gelek welatan heta asteke normal destûr ji bermahiyên dermanan ên di mêweyan de heye. Saziyê diyar kir ku di lîmon û greyfûrtên Tirkiyeyê de rêjeya dermanên çandiniyê zêde ye û ev jî ji bo tendirustiya mirovan rê li ber xetereyên mezin vedike. Piştî vê hişyariya Îspanyayê ev berhemên ku Tirkiyeyê ji bazarên Yekîtiya Ewropayê re şandibû, hatin vegerandin.

Tê diyarkirin dibe ku Tirkiyeyê ev berhem firotiye welatên ku ne endamên Yekîtiya Ewropayê ne. Çend roj berê Tirkiyeyê derbarê îxracata lîmonan de daxuyaniyek dabû û hatibû diyarkirin herî zêde berhem firotine Iraq û Rûsyayê.

Li Bûlgaristanê 11, li Hirvatistanê 2, li Slovenyayê 2, li Polonyayê û Romayê 4 caran lêkolîn hate kirin û di van lêkolînan de encamên wekî ya saziyên Îspanyayê derket holê. Saziya Îspanyayê hişyarî da û diyar kir ku Tirkiye belkî dîsa bixwaze van lîmonan bifiroşe.