Xwezaya Rojhilatê Kurdistanê di bin êrişeke giran de ye

Xwezaya Rojhilatê Kurdistanê ku bi bedewî, şênkahî, av û berhemdariya xwe navdar e, dibe hedefa êrişan.

Xwezaya Rojhilatê Kurdistanê ji bo xelkê wê hem bedewiyeke bêhempa ye hem jî qadeke berhemdar e.

Hewa paqij a zozanên Hewreman, bax baxçe, bostan û gola Zirebarê ya Merîwanê, mîna diyariyekê ne ji bo mirovahiyê. Ava zozanên Saqizê, hewa, kaniyên wê jiyanê li mirovan dixemilîne. Saqiz mîna wî cihê ku di pirtûkên pîroz de qalê dikin û dibêjin, şîr û hingiv lê diherike.Bedewiya çiyayên Şaho û Kosalanê tenê bi dîtinê dikare bê vegotin.

Rezên Serdeştê, baxçeyên sêvan ên warê Zerdeşt Ûrmiyê...

Deşt û zeviyên bêdawî yên Selmas û Xoyê, warê dîrokî yê Kirmaşanê. Siyaçemanê ya bi Hewremî tê gotin, vê bedewiyê bedewtir dike. Gotin têra vegotina erdnîgarî, hewa û bedewiya Rojhilatê Kurdistanê nake. Divê mirov bibîne û bijî, ku karibe fêm bike.

Li aliyekî jî sîstemek heye ku nikare xwe li vê bedewiyê rabigire, lewma li dij şer dike. Nebaşiya tarîtiyê jî heye ku jiyana xwezayî ya Zerdeştiyê, paqijî, felsefeya jiyanê ya bi xwezayê re weke dijminê xwe dibîne. Şer û têkoşîna parêzvanên xwezayê û gerîlayan, şerê başiyê li dijî nebaşiyê ye.

Par li gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê şewatê rû da. Agir bi Zagrosan ket. Li Zagrosan darê berûyê gelek e. Dara berûyê yek ji wan daran e ku rehê xwe berdide kûrahiyê. Îran bi şewitandina daran vê peyamê dide, 'Çawa ku darên berû dişewitînim, ez ê dîrok, berxwedan û koka vî gelî jî bişewitînim'. Jîngehparêzên ku vê yekê qebûl nakin, ji bo şewatê vemirînin çi ji destê wan tê dikin. Umît, Şerîf û hevalên wan ên ji Merîwanê, di 25'ê Tebaxa 2018'an de dema ku hewl didan şewata li gundê Pile û Salasî vemirînin jiyana xwe ji dest dan. Li gorî gelê herêmê kujerê wan dewlet e. Sadûn Mîrzade dibêje, mirina jîngehparêzan bi rengekî gumanbar, ne tenê mirina Şerîf Bacwer û hevalên wî ye, her wiha di 28'ê Hezîranê de dema ku hewl didan şewata li Paweyê vemirînin Muxtar Xendanî, Bîlal Emînî û Yasîn Kerîmî jî di rêya parastina nirxên welatê xwe de dema ku hewl dan şewatê vemirînin hatin şewitandin.

Beşek ji polîtîkaya dewletê ya ji bo talankirina xwezayê jî rêdana li birîna daran e. Xelkê xizan ku di nava krîza giran a aboriyê de nikarin debara xwe bikin, ji neçarî karê komirê dikin ku jê re Zuxal dibêjin. Ji ber vê yekê jî birîna daran zêde bûye. Darên tên birîn dikin komir.