'Xulamê du xwedî' û 'Hamlet' derdikevin ser dikê

'Xulamê du xwedî' û 'Hamlet' derdikevin ser dikê

Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), bi lîstikên ‘Xulamê du xwedî’ û ‘Hamlet’ê kurd xwe amade dike ku dîsa derkeve pêşberî şanohezan

Lîstika ‘Xulamê du xwedî’ ku ji aliyê DBŞT’ê ve hatiye amadekirin û derhêneriya wê Ruknettîn Gun kiriye, ew ê li Salona Şanoyê ya DBŞT’ê 5 û 6’ê nîsanê saet di 20.00’an de dîsa derkeve ser dikê. Lîstika ku li ser jiyana kesekî xulamtiyê ji 2 xwediyan re dike, rastiya li pişt perdê bi temaşevanan re parve dike. Lîstika ku li ser jiyana xulamê ku ji 2 xwediyan re xulamtiyê dike radiweste, nêzîkatî û helwesta xulam a ku ji bo zikê xwe têr bike çawa dikare bêtir xulamtiyê û derewan bike radiweste.

Di lîstika şanoyê de tê vegotin ku xulamek çiqas derewan bike û bêrû û rûmet be ewqas dê karibe bêtir xulam be. Di lîstikê de tê destnîşan kirin ku her çend derew jî bê kirin dê rojekê derew aşkera bibin û ji aliyê her kesî ve bê zanîn. Her çend xulam xwediyê xwe bixapîne jî dê rojek rastî derkeve holê. Lîstika ‘Xulamê du xwedî’ ku di turneya xwe ya başûr de û li gelek bajarên bakurê Kurdistanê jî derket pêşberî şanohezan, rastî eleqeyeke mezin hat.

HAMLETÊ KURD

Lîstika duyem a kurdî ku dê ji aliyê şanogerên DBŞT’ê ve derkeve ser dikê jî Hamlet e ku derhênerê Hunera Giştî ya Şanoya RAST a Hollandayê Celîl Toksoz derhêneriya wê dike ye. Lîstik, destpêkê li Amsterdamê û li welatên Îskandînavyayê derket ser dikê. Piştî wê li Amed, Îzmîr û Enqereyyê derket ser dikê.

Lîstik di hemû pêşandanên xwe de jî rastî eleqeyeke mezin hatibû. Lîstika Hamlet dê 10-11-12’ê nîsanê li Salona Şanoyê ya Şanogeha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê saet di 20.00’an de dîsa derkeve ser dikê.

Şanogerê ciwan Yavuz Akkuzu di rola Hamlet de dilîze her wiha sê rolên sereke yên lîstikê ji sê stranbêjan pêk tê. Stranbêja ciwan Gulseven Medan di rola Ofelyayê de, stranbêja navdar Rojda di rola diya Hamlet Gertrude de, Ali Tekbaş jî di rola Horatio de ye. Ev hersê stranbêj hem bi lîstika xwe hem jî bi dengên xwe yên xweş Hamletê cudatir û rengîntir dikin.

Di Hamleta kurdî de bi enstrumanên wekî def, zirne, tef, saz û kemanê muzîka zindî heye. Şîroveya lîstikê ji kevneşopiya dengbêjiyê ya wêjeya bi gotin a kurd tê. Hamlet di navbera sala 1599 û 1601’an de ji aliyê William Shakespeare ve hatiye nivîsin.

Di lîstikê de Prens Hamlet piştî bavê wî yê qral dimire dixwaze tola bavê xwe ji ji apê xwe Cladiust ku li ser text rûniştiye û bi dayika wî re zewiciye bigire.