Xizmên windayan hesab ji dewletê pirsîn
Xizmên windayan li Amed, Gever, Êlih û Rihayê aqubeta windayan pirsîn.
Xizmên windayan li Amed, Gever, Êlih û Rihayê aqubeta windayan pirsîn.
Xizmên windayan li Amed, Gever, Êlih û Rihayê aqubeta windayan pirsîn. Di çalakiya Amedê de aqubeta Mumîne û Tayyîbe Sîncar ên di sala 1994'an de li gundê Guzel Agaç ê Midyadê ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin pirsîn. Di çalakiyê de hate gotin ku dozgerê piştî bûyerê hatî gund otopsiya du xwîşkan nekir.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe hefteya 329'an li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Rêveberên ÎHD'ê, Dayîkên Aştiyê, xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê aqubeta du xwîşkên hev Mumîne û Tayyîbe Sîncar ên li gundê Guzel Agaç ê Midyadê di sala 1994'an de ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin pirsîn û xwestin kiyar bên cezakirin.
Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytun, diyar kir ku bi salane xizmên windayan ji bo hesaba windayan bipirsin destê wan di stuyê dewlet û hikûmetê de ye û heya encamê negirin dest jê bernadin. Zeytun anî ziman ku di mijara gav avêtinê de hikûmet bêdeng in û hem tim kiryar hatin veşartin û hatin xelatkirin.
Piştre Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Mahsun Kaya çîroka du xwîşkên hev Mumîne û Tayyîbe Sîncar vegot. Kaya, hevpeyvîna dayîka her du jinan Turkiye Sîncar a ku di 15'ê tebaxa 1994'an de di Rojnameya Ozgur Gundemê de derket wiha vegot: "Di 27'ê hezîranê de tîmên taybet derketin operasyonê û bi ser mala me de girtin. Ez bi keça xwe re li ser ban raketibûm. Serdagirtin li hemberî keça min Tayyîbeyê hatibû kirin. Çekên xwe dirêjî keça min kirin. Di wê demê de keça min a din xwe avêt ser xwîşka xwe. Tîmên taybet her du keçên min gulebaran kirin û qetil kirin. Piştî bûyerê leşker hatin gundê me xwestin cenazeyan defin bikin. Lê me destûr nedanê. Em dozger xwest cihê bûyerê. Ji navçeya Mehsertê dozger hat. Li cihê bûyerê 36 qalikên guleyên M.16 tesbît kirin. Ligel hemû daxwazên me dozgeriyê otopsî nekir. Leşkeran di heman rojê de keyayê gundê Mehdî Aksoy binçav kirin û piştî 30 seat şunda serbest berdan. Fermandarê li ser serê leşkeran hat gundê me got, 'Heke we cerdevanî qebûl kiriba ev yêk nedihate serê we'"
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê ji bi heman armancê li Kolana Gulîstanê çalakiya xwe ya hefteyî li dar xistin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Mehmet Bagatir diyar kir ku 20 salin dayîkên şemiyê li xizmên xwe yên hatin windakirin digerin. Bagatir, anî ziman ku çalakiyên xizmên windayan di cîhanê de dîktator darizandin.
RIHA
Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê û xizmên windayan jî bi heman armancê li ber Kargeha Ahmet Bahçivan çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Serokê ÎHD'ê yê Rihayê Atîlla Yazar diyar kir ku divê Tirkiye bi paşeroja xwe re rû bi rû bê.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê li Kolana Hunerê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de aqubeta karsazên kurd Savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yildirim ên di 3'yê hezîrana 1994'an de li Stenbolê hatin revandin û li Boluyê hatin qetilkirin hate pirsîn. Di çalakiyê de birayê Karay Arîf Karay axivî û diyar kir ku komkujiyên Tansu Çîller, Mehmet Agar û kesên girêdayî wan ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatin veşartin. Karay anî ziman ku 21 salin pirsa kiryaran kirin û wiha got: “Ez li vir bang li hikûmeta AKP'ê û Tayyîp Erdogan dikim. Tu dibêjî mafên gelê kurd min danê. Berê te çi da me hîn bibin. 22 salan kiryarên 17 hezar şehîdan li holê ne. Heke tu hevkarê van komkujiyan nebî te dê makezagona Kenan Evren guherîba û kiryar darizandiban."
Pismamê Buldan Yildirim Buldan jî diyar kir ku Savaş Buldan bi Adnan Yildirim û Haci Karay re dema ji Otela Çinarê derketin ji aliyê 7-8 kesên di destê wan de bêtêl heyî hatin revandin û nêzî gundê Yigilca yê Boluyê hatin qetilkirin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.