'Xewna Azadiyê' li Nisêbînê hate nîşandan
'Xewna Azadiyê' li Nisêbînê hate nîşandan
'Xewna Azadiyê' li Nisêbînê hate nîşandan
Lîstîkvanên Teatra Mîtanî yên girêdayî Navenda Çandê ya Mîtannî lîstîka ji têkoşîna gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş (Berîtan) feyz girtin a bi navê "Xewna Azadiyê" amadekirin pêşandan.
Lîstîkvanên Teatra Mîtanî yên di bin banê Navenda Çandê ya Mîtannî ya Şaredariya Nisêbînê xebatên xwe dikin lîstika bi navê "Xewna Azadiyê" li Saloan Pêşanda Saryayê galaya wê kirin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kayma, endamên Meclîsa BDP'ê Fesîh Ozel û Alî Damar, rêveberên BDP'ê, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, KURDÎ-DER, MEYA-DER, SES, Tum Bel-Sen, Hevserka Rêxistina BDP'ê ya Dîlokê Semra Şansal, Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu, Alîkara Şaredarê Qoserê Leyla Salman, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê Mehmet Atabîlen, Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren, Dayîkên Aştiyê, DOKH û gelek welatiyên tevlî pêşandana şanoya ji muzûk, dans û teatroyê bûn. Ji ber ku li salonê cih neba gelek welatî li ser piyan man.
'EV PROJE JI BO NISÊBÎNÊ PROJEKÎ TAYBET E'
Piştî pêşandanê welatiyan lîstîkvanên şanoyê li ser piyan bi çepikan ew pîroz kirin. Pişt re Serhat Kural axivî û ji ber tevkariya hemû kesî spasiya xwe kir û diyar kir ku 3 mehan şev û roj li ser vê projeyê xebitîn û wiha got: "Ev ji bo min rexnedayînek e. Ji ber ku pirsgirêka jinê pirsgirêkekî gelek mezin e. Rastî ji pirsgirêka cîhanê ya yekemîn e. Me jî li gorî xwe û ramanca xwe ev pirsgirêk girt dest. Bi taybet ji bo vê pirsgirêkê û azadiya jinê canê xwe fida kirin. Em wan ji bîranakirin û careke din bejna xwe li ber wan ditewînin. Îro ev proje li ser navê kesên têkoşîn dayîn û ked ayîn pêk tê. Ev proje ji bo Nisêbînê projekî taybet e. Ji ber vê yekê divê gelê Nisêbînê xwedî li wan ciwanan derbikeve."
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan jî wiha got: "Weke hemû kes dizane em di meha nîsanê de ne. Ev meh jînbûna kurd, êzîdî, suryanî û mislimanan e. Ez bawer dikim ku ev meh, mehekî taybet e. Lîstekî wisa jî di vê mehê de tê pêşandan wê nîşan dide. Ji ber ku Berîtan azadiya jinê ye. Lîstîk di vê mehê de hate pêşandan ji ber ku Berîtan jînbûna jinê ye."
Amadekariya lîstikê Hulya Kok, koreografiya wê Serhat Kural a lîstika bi navê "Xewna Azadiyê" kirin. Lîstîk ji têkoşîna fermandara PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) sud girt û hate amadekirin