Xelatên wêjeyî yên Huseyîn Çelebî hatin dayîn

Xelatên wêjeyî yên Huseyîn Çelebî hatin dayîn

Xelatên wêjeyî yên 22. Pêşbirka Çîrok û Helbestan Huseyîn Çelebî, bi merasîmekê gihaştin xwediyê xwe. Bavê Huseyîn Çelebî Rifat Çelebî di axaftina xwe ya li merasîma xelatdayînê de got, "Divê her kes xwedî li Kobanê derkeve."

Xelatên wêjeyî yên 22. Pêşbirka Çîrok û Helbestan Huseyîn Çelebî, ku ev 22 sal in ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tên dayîn, duh li bajarê Elmanya Frankfurtê bi merasîmekê hat daîn. Di measîmê de li gel bi sedan xwendekaran û Kurdistaniyan hejmareke zêde nivîskar, helbestvan û siyasetmedar jî amade bûn. Li salona wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Huseyîn Çelebî hatin daliqandin.

DI HELBESTAN DE KOBANÊ DERKET PÊŞ

Îsal jî di gelek beşan de xelat hatin dayîn. Mîna her salê îsal jî berhemên girtiyên siyasî yên ji girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê şandî, zêde bûn. Her çend xwediyên xelatan ên li girtîgehan nekarî xelatên xwe werbigirin jî, xizmên wan û nûnerên saziyên Kurd li ser navê wan xelat stendin. Di navbera helbest û çîrokên kurt de bi giranî mijarên Kobanê û Şengalê derketin pêş. Di axaftinan de bal hat kişandin ser berxwedana Kobanê. Helbesta hunermend Kawa Aktaş a;

“.. Kobanê ev çi bedewiyeke ku tu

însanan bi cezbê dixînî û

dikî dildarê xwe ….“

bal kişand. Berhemên bi zimanên Elmanî û Aramî (Asûrî-Suryanî) jî rastî eleqeyeke mezin hatin. Hozan Şemdîn jî der barê "Dengbêjiyê" de pêşkêşiyek kir. Dûre bi mijara "Şoreşa Rojava" panelek hat lidarxistin. 

ÇELEBÎ: BILA HER KES BIÇE KOBANÊ

Bavê Huseyîn Çelebî Rifat Çelebî jî bal kişand ser girîngiya çalakiyeke bi vî rengî ku 22 sal in li ser navê kurê wî tê lidarxistin û destnîşan kir ku weke bavekî ew bi vê serbilind e. Çelebî di axaftina xwe de got, "Ez li cihê Huseyîn lê şehîd ket geriyam. Eger ciwan bûma ez ê jî biçûma. Divê tevahiya ciwanên Kurd biçin Kobanê û şer bikin. Huseyîn Çelebî bi çeka Elman jiyana xwe ji dest da. Kujerê kurê min Elmanya ye."

Li ser navê CDK-E Denîz Dêrsim jî axivî û bal kişand ser berxwedana mezin a Kurdan a li Kobanê. Dêrsim got, "Gelê me di nava berxwedaneke gelekî mezin de ye. Çeteyên DAIŞ'ê her aliyê Rojhilata Navîn dişewitînin. Lê belê li Kobanê aliqîn. Ciwanên Kurd heta mirinê li ber xwe didin û têdikoş in. Divê gelê me jî li vir li ser piyan be."

Piştî axaftinên li çalakiyê merasîma xelatdayînê hat lidarxistin. Di merasîmê de Tara Caf, Mehmed Adli, Hozan Şemdîn derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.

XWEDIYÊN XELATAN

Xwediyên xelatên 22. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ev in:

KURMANCÎ:

Hebîb Aslan bi helbesta xwe ya bi navê “Gulperî” bû yekemîn Halît Tendîk bi “Bêrîkirinek Şikestî“ bû duyemîn, Sidik Bîçer jî bi “Dara Bênderê” bû sêyemîn

Çîrok: Tacettîn Tûran bi berhema xwe ya bi navê “Ronî” bû yekemîn, Cengîz Eker bi “Meytê li ser Rê“ bû duyemîn, Emîne Yilmaz jî bi “Parseka Çîrokan” bû sêyemîn.

DIMILKÎ

Helbest: Îdrîs Yazar bi berhema xwe ya bi navê “Hesreta Şenike” bû yemeîn, Îbrahîm Beyaz bi “Çengale” bû duyemîn û Hacî Ozkal jî bi ”Nomê mi Rojawan” bû sêyemîn.

Çîrok:

Îsmet Bor bi “Xewnê mergî” bû yekemîn, Serîn Çîçek bi “Rêçe” bû duyemîn, Enwer Yilmaz jî  bi “Şiyayîş” bû sêyemîn.

TIRKÎ

Helbest:

Îbrahîm Şahîn bi berhema xwe ya bi navê “Beklenenin Zarefeti” bû yekemîn, Îbrahîm Dogan bi  “Çocuklarin Ellerindeki Irmaklar” bû duyemîn, Nasir Ozme bi “Kandan Kristal” bû sêyemîn.

Çîrok:

Jînda Asmen bi berhema xwe ya bi navê “Nisan Damlasi” bû yekemîn, Fesîh Erdemcî, bi “Nişangahtaki Gölge” û Ramazan Vûral bi “Gözyaşlarını yanında getirme” bûn duyemîn, Suleyman Erol bi “Çîtlembîk Akşamlari“, Rûşen Tûtkû jî bi “Çûval Kar ve Olum“ bûn sêyemîn.