Xelat ji sewalkarên ku tehdeyê li heywanan nakin hate dayin

Pêşbirkeke xelatê ku saziya bi navê Compassion in World Farming (CIWF) pêk tîne, nîşan dide ku heywanên ji bo goşt, şîr an jî hêka wan tên xwedîkirin, bêyî ku êşkence li wan bê kirin jî mirov dikarin jê sûdê werbigirin.

Di pêşbirkê de hate kontrolkirin ku markayên naskirî yên dinyayê êşkenceyê li heywanan dikin an na.

Di pêşbirkê de hate ragihandin ku pêncî markayên ji welatên cuda hewl didin êşkenceyê li heywanan nekin. Di lîsteyê de panzdeh şîrketên hilberîner û xurekê yên Fransayê hene. Ji Çîn, Elmanya û Îngilîstanê jî gelek şîrket tevlî lîsteyê bûn.

Di pêşbirkê de ku ya dwanzdehmîn pêk ê ji Fransayê şîrketên Carrefour, Fleury Michon, Groupe Holder, Scarmark, Franprix, Pierre Schmidt û ji Elmanyayê jî şîrketên Edeka û Dokas tevlî lîsteyê bûn. Ji Brîtanyayê jî du şîrket tevlî lîsteyê bûn.