Wênevaneke ku li welatê xwe koçber e

Wênevan Xezal Luftî anî ziman ku malbata wê ji ber zextên dewleta Îranê hat Başûrê Kurdistanê û got, "Em Kurd in, Kurdistanî ne, ji parçeyekî Kurdistanê derbasî parçeyekî din bûne, lê belê mîna ku em koçber in nêzî me dibin."

Ji bo bajarê Silêmaniyeyê dibêjin bajarê helbestvan, nivîskar, rewşenbîr, peykeltraş, wênevan, muzîsyen û bajarê raperînê.

Li kolana Melîk Mahmûd a Silêmaniyeyê devereke bi navê Saxuleke heye. Êvarê mirov li vê meydanê li hev kom dibin. Gelek mirov jî ji bo karibin debara xwe bikin li Saxulekeyê kar dikin. Yek ji wan jî Xezal Lutfî ye ku wêneyan çêdike.

Xezal Lutfî ya 28 salî li Silêmaniyeyê ji dayik bûye, li wir mezin bûye. Xezal Lutfî ji malbateke ji çar zarokan e. Lingê wê yê çepê astengdar e. Bi gopal dikare bimeşe, lê belê ti carî naxwaze ku wêneyekî wê tevî gopalê pê dimeşe hebe. Di emrê zarokatiyê de wêne bala wê dikişîne. Bavê wê jê re amûrên çêkirina wêneyan peyda dike, ew jî dest bi çêkirina wêneyan dike. Piştî dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li zanîngeha Silêmaniyeyê dest bi xwendina koleja hunerê dike. Niha xwendekara pola çaran a koleja hunerê ye.

Xezal ji bo ji malbata xwe ya xizan re nebe bar ji lîseyê û pê ve bi pereyan dest bi çêkirina wêneyê mirovan dike.

Çîroka Xezal Lutfî ne tenê wiha ye. Beşa herî giran û bi êş a çîroka wê cuda ye. Xezal Lutfî li Silêmaniyeyê ji dayik bû, lê mezin bû û hîn li Silêmaniyeyê ye. Lê belê ew bi xwe miroveke ji Silêmaniyeyê nîne. Dema ku jê tê pirsîn 'tu ji ku derê ye?' dibêje 'ez koçber im'. Xezal Lutfî dibêje, "Ez ji bajarê Saqiz ê Rojhilat im. Min hîn jî bajarê xwe nedîtiye. Bavê min welatparêzekî Kurd e, tevlî têkoşîna Kurdîtiyê bû. Dema ku Humeynî bû desthilatdar ji zext û êşkenceyê reviya û tevî dayika min hatin Silêmaniyeyê.

Li vir zewicîne û em li vir ji dayik bûne. Dema ku hatin demeke dirêj li kampan man. Piştî sala 2000'î dema ku kamp hatin belavkirin li bajêr bi cih bûn. Parçeyekî Kurdistanê ye, em ji zilm û zextê reviyane û hatine parçeyekî din ê Kurdistanê, lê li vê derê hîn jî bi çavê koçberan li me dinerin. Em Kurd in, Kurdistanî ne, ji parçeyekî Kurdistanê hatine parçeyekî din, lê weke ku koçber in nêzî me dibin. Gelo tiştekî ji vê nebaştir heye ku mirov li welatê xwe koçber bên dîtin?"

Koçberiya li Başûr tê wê wateyê ku mirov tenê bi destûra Neteweyên Yekbûyî dikarin bimînin. Tê wê wateyê ku bêyî mafê mayinê nikarin bimîne. Dema ku mafê mayinê nebe mirov ji vî bajarî nikare biçe bajarekî din. Yên li Başûr di vê rewşê de ne ne tenê Xezal û malbata wê ye. Bi deh hezaran Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê li Silêmaniye û Hewlêrê di heman rewşê de ne. Tevî vê yekê salên dawî ji ber zext û zordariya rejîma Erdogan bi hezaran Bakurî reviyan Başûr û rewşa wan mîna ya Xezal û malbata wê ye.

Beriya du sed salî bi deh hezaran Kurd di dema Raperîna Şêx Ubeydullah Nehrî de li geliyê pişt Sîdekayê ku weke Geliyê Mahacira yê li qada Bradostê ya Başûr tê naskirin bi cih bûn û hîn jî ji wan re koçber tê gotin. Partiyên Başûr ji van kesan gelek kadro ji xwe re peyda kirin, lê belê hîn jî bi çavê koçberan li wan dinerin.