Welatparêzê Kurdistanî Xalê Îsmet jiyana xwe ji dest da

Welatparêzê Kurdistanî Îsmet Yildirim ê li bajarê Den Haag ê Hollanda dijî û wek Xalê Îsmet tê naskirin vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Welatparêzê Kurdistanî Îsmet Yildirim ê li bajarê Den Haag ê Hollanda dijî û wek Xalê Îsmet tê naskirin vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Xalê Îsmet ê li bajarê Den Haag ê Hollanda dijî û bi eslê ji Elezîz-Depê ye ji ber bênavber 20 salan xizmet ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re kir ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haag ve hatibû xelatkirin.

Xalê Îsmet yek ji damezrînerê komeleya Kurd a li Den Haag bû.

Xalê Îsmet ê nexweşiya wî ya gurcikan hebû, li gundê xwe yê ji bo betlaneyê çûbû piştî li malê ket, rakirin nexweşxaneyê. Xalê Îsmet ê rewşa wî giran bû, ji bo tedawiyê anîn Hollandayê vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haag, ji bo Xalê Îsmet taziye hat danîn. Gelek Kurdistanî tevlî taziyeyê bûn.

Di taziyeyê de keçên Xalê Îsmet Bedriye û Turkan Yildirim behsa jiyan û têkoşîna bavê xwe kirin.

Rêveberiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk jî di daxuyaniya xwe de got: “Xalê Îsmet di têkoşîna me de ked, hewldan û serketineke mezin da. Em ji Xwedê rehmê jêre dixwazin, ji malbat û dostan re sebrê dixwazin.”

Taziyeya ji bo Xalê Îsmet didome. Wê cenazeyê Xalê Îsmet sibe ji Hollandayê bişînin Kurdistanê. Roja Çarşemê jî ji bispêrin axê wê bişînin gundê Yalanciyan ê Depê.