Welatparêzê Kurdistanî Halîl Çelîk jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurdistanî Halîl Çelîk li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da.
Welatparêzê Kurdistanî Halîl Çelîk li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da.
Welatparêzê Kurdistanî Halîl Çelîk li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da.
Halîl Çelîk ê berî niha bi 6 mehan bi nexweşiya pençeşêrê ket, li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da.
Çelîk ê li gundê Zereke yê Çîçekdagi ya Kirşehîr ji dayik bû, kurê wî Levent Çelîk (Ciwan) di sala 1993’yan de tevlî nav refên têkoşîna azadiyê bibû û sala 1996’an li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû.
Halîl Çelîk ê sala 1966’an hat Elmanyayê, demekê di Komîteya Malbatan Şehîdan de xebitî.
Halîl Çelîk ê ji aliyê derdorê ve pir dihat hezkirin, berî niha bi 6 mehan bi nexweşiya pençeşêrê ketibû.
Cenazeyê Çelîk 25’ê Nîsanê ji balafirgeha Koln-Bonn wê bi girseyê ber bi bajarê lê hatiye dinyayê bê oxirkirin. Çelîk anîbû ziman ku ji bo merasîm ji kurê xwe çênekiribû ji bo xwe jî naxwaze. Wê cenazeyê Çelîk 26’ê Nîsanê li gund bê veşartin.