'Wê hesabê Soma bê pirsîn'

Endamên Platforma Piştevaniya Somayê, hikûmeta AKP’ê protesto kirin û gotin dewlet li Somayê birînan derman nake

Endamên Platforma Piştevaniya Somayê, hikûmeta AKP’ê protesto kirin û gotin dewlet li Somayê birînan derman nake

Doza Somayê ku di kana komirê ya li navçeya Somaya Manîsayê de 301 karkeran jiyana xwe ji dest dan û li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê pêk hat. Endamên Platforma Piştevaniya Somayê, ji bo piştgirî bidin, doza Somayê li Kolana Sakaryayê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên platformê pankarta; “Wê hesabê Somayê bê pirsin” vekirin û dirûşmên, “Qeza nîne cînayet e” û “Qeder nîne qetlîam e” berz kirin.

Li ser navê platformê endamê Kaldiraçê Can Ersoy daxuyanî da û diyar kir ku dewlet li Somayê birînan derman nake. Ersoy bal kişand ser rapora meclîsê ya ku mehê 120 karker dimirin û wiha got : “Di vê sektorê de mirina karkeran kêm nebûye, zêde bûye.”

Piştî daxuyaniyê endamên platformê bi dirûşma, “Wê hesabê Somayê bê pirsîn” berz kirin û çalakî bi dawî bû.