Aktîvîstên tevgera jinên azad a Kurdistan Uta Schneiderbanger (Nûdem) û Ekîn Ceren Dogruak (Amara) di 10. salvegera şehadeta xwe de li Mulheim an der Ruhr li ser gora Uta hatin bîranîn.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 31 gulanê 2015, 18:13
Aktîvîstên tevgera jinên azad a Kurdistan Uta Schneiderbanger (Nûdem) û Ekîn Ceren Dogruak (Amara) di 10. salvegera şehadeta xwe de li Mulheim an der Ruhr li ser gora Uta hatin bîranîn.
Nûnerên Navenda Hevdîtina Jinan a UTAMARA û kome hevalên Uta danê sibehê malbata Uta ziyaret kirin û bi wan re taştê xwarin. Paşê malbat û hevrêyên Uta çûn ser gora Uta û li wir bi Kurdistaniyên li ser gorê amade bûn, merasîmeke bîranînê li dar xistin. Di merasîma bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropa, Navenda Hevdîtina Jinan UTAMAR, Buroya Aştiyê ya Jinan Cenî û Akademiya Kurd axaftin hatin kirin. Axaftvanan bal kişamdin ser kesayeta enternasyonalîst a Uta û Amara, hat diyarkirin ku ev ruh îro li Rojava dijî û soza dilsoziya bi bîranîna wan re hat dayîn. Her wiha hat destnîşankirin ku di pêşxistina bîrdoziya rizgariya jinê de wê Uta û Amara rêber bên dîtin.
Uta Schneiderbanger û Ekîn Ceren Dogruak, sala 2005’an li bajaroka Keladizê ya Başûrê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ekîn Ceren Dogruak a bi eslê xwe Tirk û Uta Schneiderbanger a bi eslê Elman di refên tevgera azadiya Kurdistanê de hevdu nas kirin; dema ji bo civînekê çûbûn Herêmên Parastinê yên Medya di vegerê encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.