Tûnç: Şoreşa Rojava çavkaniya hêviyê ye

Tûnç: Şoreşa Rojava çavkaniya hêviyê ye

Mîhrîcana Mûnzûrê bi konserên bi coş dewam dikin. Hunermend Ferhat Tûnç beriya berhemên xwe pêşkêş bike axaftinek kurt kir û destnîşan kir ku Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê wan hîn bêtir wêrek dike û hêzê dide wan.

Hunermend Ferhat Tûnç, di 13. Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de derket ser dikê û li ser komkujiyên 1937-38'an de klamên "Biko", "Ma çhi di" û "Phitemi" got. Tûnç da xuyakirin ku Dêrsimê qirkirina herî hovane ya dîroka mirovahiyê jiyaye. Tûnç got, "Şikeftên me bi hestiyên jin û zarokên hatine kuştin, tijî ne. Em nifiran li feraseta ku ev komkujî aniye serê me, dikin."

Tûnç silav li Şoreşa Rojava û berxwedana Parka Gezî kir û diyar kir ku gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê deskevtiyeke mezin qezenç kirine û banga piştgiriyê kir. Tûnç got, "Ev deskevtiyên gelê Kurd, ji bo xizan û gelên bindest ên li Rojhilata Navîn bûye çavkaniya wêrekî û hêviyê."

Tûnç li ser dikê, berxwedêrên di çalakiyên Parka Gezî de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.