Trajediya penaberan li Cannesê ye
Trajediya penaberan li Cannesê ye
Trajediya penaberan li Cannesê ye
Di mîhrîcana Fîlman a Cannesê de her sal wek alternatîfeke bo hilbijarteya fermî bernameya ’15 rojên derhêneran’ cih dide fîlm û belgefîlmên sînemevanên ku hêj nehatine nasîn.
Di hilbijartiye ku taybetiyeke wê ya wisa heye ku destpêka kariyera sînemavanên wekê Martin Scorsese, Ken Loach, Michael Haneke û Jim Jarmush e. Her wiha di hilbijatekê de belgefîlmê derhênerê Îranê Kaveh Bakhtîarî yê bi navê “L’Escale / Transit” ci digire.
Belgefîlma ku mijara wê çîroka penaberên ku bi riya devreyê qanûnî ji ser Yewnanîstanê diçin Ewropayê û dixebitin, vedibêje, têkoşîna 6 mêrên Îranî û jineke ermenî vedibêje. Belgefîlma Transît yekemîn belgefîlma metraja dirêj ya Bakhtîarî ye. Bakhtîarî welatiyê Swîsreyê ye û wiha dibêje: “Min di fîlmê xwe de ez nîşan bidim ku kes çawa tên tehcîr kirin. Der barê Yewnanîstanê de min tiştek nîşan neda. Min bala xwe da çîrokên mirovan. Ev belgefîlmeke ku peyama wê ya civakî û polîtîk zêde ye. Divê deriyê Ewropayê ji bo her kesî vekirîbin.”