Şervana MLKP’ê Ivana Hoffman (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a 7’ê Adarê li Kantona Cizîrê ya Rojava, di operasyona li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê lê hatibû dinyayê ji aliyê hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Meşa beriya merasîmê ya ji aliyê Tevgera Jinan a Kurd a Ewropa, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Jina Nû ve hat organîzekirin, ji Duisburg Amtsgericht Hamborn destpê kir, heta Goristana Duisburg dewam kir. gelek nûnerên partî û rêxistinên çep, sosyalîst, TJK-E, SKB, Elmanya, Çepa Tirkiye, nûnerên PYD’ê, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD-E Dilşa Osman, nûnerên Partiya Marksîst-Lenînîst Komunîst a Elman, NAV-DEM jî di nav de 5 hezar kes tevlî meşê bûn. Di meşê de posterên Ivana Hoffmann, Serkan Tosûn, Nejat Sûphî Agirnasli, Emre Aslan, Arîn Mîrxan pankartên bi Elmanî, Tirkî û Kurdî, “Em şoreşa Rojava silav dikin”, “Şehîdên Rojava bêmirinin”, “Ivana Hoffman wê di şerê me de bijî”, wêneyên kesên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistan de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin.
Girse piştî saetekê meş gihaşt goristanê. Di merasîma li goristanê hat lidarxistin, axaftina destpêkê li ser navê Rêxistina Jinan a MLKP’ê hat kirin. Di daxuyaniya Rêxistina Jinan a MLKP’ê de wiha hat gotin, “Rêheval Ivana ji bo azadiya gelên Rojava têkoşîn kir û şehîd ket. Ew sembola azadiyê ye. Dema gelên Asûrî, Suryanî, Kurd, Ereb diparast şehîd ket. Em şehîdên Til Temir bi rêz bibîr tînin. Em şehîdan silav dikin. Rêheval Ivana wê di têkoşîna me de bijî. Em bang li tevayî jinan dikin ku xwedî li Ivana û têkoşînê derkevin.”
Li ser navê TJK-E jî Songul Talay axivî. Talay got, “Arîn Mirxan, Ivana Hoffmann li hemberî çeteyên DAIŞ li Rojava sembola têkoşîna azadiya gelan in, her yek ji wan sembolên têkoşîna azadiya jinan in. Ji bo têkoşînê em bang li her kesî dikin.”
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bi kelûgirî dest bi axaftina xwe kir. Muslim got ku li hember malbata Hoffmann bi rêz bejna xwe ditewîne û wiha dewam kir: “Li Rojava destpêkê me li hember çeteyên DAIŞ’ê têkoşîn meşand. Ev berxwedaneke mirovatiyê ye… Em wek gelê Rojava, li hember van barbaran têkoşîna mirovatiyê didin. Ev têkoşîn îro bûye navneteweyî. Mînaka vê jî Ivana Hoffmann a Elman e. Şervanê YPG’ê yê Awûstralyayî Asê Johnston û şervanê YPG’ê yê Îngîlîz Erîk Konstandeno Scorfield ye.”
Muslim herî dawî got, “Em ê xwedî li şehîdan derkevin. Em ê têkoşîna wan bidomînin. Mirovatî ji nû ve ji Mezopotamyayê derdikeve û li tevayî cîhanê belav dibe. Heta Ivana hebin wê Rojava bi ser bikeve.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî got, “Em li Rojava têkoşîneke mirovatiyê didin. Fitîla şoreşa cîhanê li Kobanê hat pêxistin. Û her diçe belav dibe. Ivana Hoffmann tevî agir jî ji bo gelan bû ronî. Divê mirov vê roniyê hê zêdetir bike.” Yuksekdag, bang li jin û ciwanan kir ku xwedî li têkoşîna Ivanayan derkevin.
Di merasîmê de ku kêliyên hestyar rû dan, peyama Tûgayên Îspanyol a Enternasyonalîst a li Rojava û ya TKP / ML hat xwendin. Çapemeniya Elman jî ku eleqeyek zêde nîşan da, polîsan bi awayekî zêde tedbîr girtin.
Piştî merasîma fermî, malbata Hoffmann cenaze wergirtin û li gor ola xwe ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin.