Teker: AKP bi tecrîda li hember Ocalan xwe întîxar dike!
Seroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Teker, daxwaz kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û got tecrîd tê wateya ku hikûmeta AKP’ê rasterast mudaxaleyî qedera Kurdan dike.
Seroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Teker, daxwaz kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û got tecrîd tê wateya ku hikûmeta AKP’ê rasterast mudaxaleyî qedera Kurdan dike.
Seroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Teker, daxwaz kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û got tecrîd tê wateya ku hikûmeta AKP’ê rasterast mudaxaleyî qedera Kurdan dike. Teker bi lêv kir ku di pêvajoya çareseriyê de yekane lîderê ku destekê dide qezencên gelan Ocalane û got divê hêzên demokrasiyê jî di pêvajoyê de rola xwe bilîzin. Teker wiha got: “ Divê bendewariyên gelê Kurd ên agirbestê jî bên bicihanîn.”
Seroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya çareseriyê de ji ANF’ê re axivî.
TECRÎDÊ BÊSAMIMIYETBÛN Û ÎNKARKIRINA AKP’Ê NÎŞAN DA
Teker da xuyakirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêsamimiyetbûna li hemberî pêvajoyê nîşan daye û got: “Di heman demê de bi awayekî zelal daniye ku holê ku daxwaza me ya di şert û mercên wekhev de diyalog û muzakere bê meşandinê de, çiqas daxwazeke mafdare. Di serî Kurd, her aliyê civakê ku di mijara pêvajoya çareseriyê de bendewariyên wa yên aştî û demokrasiyê hene, di vê mijarê de bi fikarin. Ez wek kesek ku van fikaran dizanim, wisa difikirim ku ev bendewarî û fikr di nava demê de biguherin hêrsek mezin û divê ev rewş li ber çavan bê girtin.”
Teker destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê tecrîdê pêk tîne û her wiha xalên li Dolmabahçeyê hatine aşkerakirin, înkar kiriye û pêvajoya çareseriyê tine hesibandiye û wiha pê de çû: “Ger tecrîd tenê bi polîtîkaya hundir a Tirkiyeyê bê destgirtin, kêmasî ye. Bi vê tecrîdê rasterast qedera Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê hedef tê girtin. Divê ev helwest wek israra di berê de, bê xwendin.”
YA HÊVIYÊ DIDE PERSPEKTÎFA BIRÊZ OCALAN E
Teker axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li Rojhilata Navîn şerekî dijwar diqewime. Di aliyê pêkhateyan de cudahiyan nîşan bidin jî di rastiyê de em di rojên ku 3. Şerê Cîhanê tê jiyîn de, derbas dibin. Di pêvajoyên wisa bi koas de, mimkuneke ku bi polîtîkayên alternatîf mirov bi zerarek kêm derkevin. Tevgera Kurd ev wek rêya sêyem da nasîn. Li seresasê yekîtiya gelan re jiyana nû; bi tecrubeyên kantonan danî holê. Ji bo gelên Tirkiyeyê jî yekane gotina û helwesta polîtîkya ku hêviyê dide perspektîfa ku Birêz Ocalan daye pêşberî me û ev ji bo avakirina jiyaneke nû şansê me yê dawiyê ye.”
Teker anî ziman ku yekane lîderê ku di pêvajoya çareseriyê de destekê dide qezencên gelan, Ocalan e û wiha pê de çû: “Bi hewldan, pêşniyar û fikrên wî baweriya bi jiyana azad xurt bûye û di 7’ê Hezîranê de encamek wisa derketiye holê. Xwediyê vê ked û hewldanê ev 15 salin di bin tecrîdê de ye. Ev jî ne di aliyê exlaqî de û ne jî di aliyê wijdanî de tê qebûlkirin. Bi bangên cuda yên azadiyê re gelan nêzî 10 mîlyon îmze berhev kirine û daxwaz kirine ku bila ev tecrîd bi dawî bû û azadiya Birêz Ocalan daxwaz kirine. Li ser vî esasî li Strasbourgê Kurd û dostên Kurdan nîha çalakiya nobetê didomînin.
‘ÎNTÎXAR!’
Hikûmeta AKP’ê û dewlet daxwazên vê girseya mezin ji nedîtî ve tê û dikeve nava helwestên ku hêrsa gel derdixe pêş. Ev jî tê wateya ku dewlet û hikûmet di întîxara xwe de israr dike. Ji bo wan ya destpêkê jî 7’ê Hezîranê bû.
DIVÊ BENDEWARIYÊN GELÊ KURD BÊ BICIHANÎN
Divê daxwazên gelê Kurd ên ji bo çareseriya pisgirêka Kurd bên bicihanîn. Di vir de ya esas ev e ku AKP an jî dewlet di pêvajoyê de samîmî ye yan jî li aliyê çareseriyê ye… Ji vir şûn ve delwet û hikûmet an wek roja ewil wê vegere mutabaqatê an jî wê hawira koasê pêş bikeve. Hêzê demorkasiyê jî divê ne tenê pêvajoyê bişopînin, di pêvajoyê de cih bigirin. Divê demildest AKP dawî li tecrîdê bîne.”