'Taksîm Trio' dê li Kurdistanê konseran bide
'Taksîm Trio' dê li Kurdistanê konseran bide
'Taksîm Trio' dê li Kurdistanê konseran bide
Taksîm Trîo ya ku hunermendên Romen Husnu Şenlendîrîcî, Îsmîl Tunçbîlek û Aytaç Dogan ava kiriye di 17’ê Nîsanê de di Turneya xwe ya Kurdistanê de dê ji bo aştî û biratiyê derkeve ser dikê. Koma ku heta niha hem li Tirkiyeyê û hem jî li Ewropayê konserên gelek girîng dane albuma wan ya duyemanîn a bi navê ‘Taksîm Trîo’ îro derdikeve.
Taksîm Trîo ku duh li paytexta Stockholm a Swêdê konser da, îro di saetên êvarê de li bajarê Uppsala di konserê de dê bi hezkiriyên muzîkê re bên cem hev.
Beriya Konserê em Husnu Şenlendirîcî, Îsmaîl Tunçbîlek û Aytaç Dogan re hevdîtin kir û der barê xebat û konserên xwe de agahî dan.
Tunçbîlek da zanîn di albumên ku heta îro derxistine de stran û besteyên hunermendên navdar yên Neşet Ertaş, Sezen Aksu, Orhan Gencebay, Tarkan, Bariş Manço û Zulfu Lîvanelî striyane. Tunçbîlek got hemû stran enstrumantal in û diyar kir ku di albuma xwe de strana hunermend Ummu Gulsum a bi navê ‘Elfe Leyla’ jî cih danê.
Husnu Şenlendîrîcî jî da zanîn ku di 15 salên dawî de muzîka ensrumantel li Tirkiyeyê gelek gelek pêşve çûye û got ew ji berk u êdî gel bi muzîka enstrumantal re eleqeder dibin gelek kêfxweşe û tiştekî gelek girînge.
EM MUZÎKA AŞTIYÊ LÊ DIDIN
Şenlendîrîcî balkişand ser nîjadperestiya li Tirkiyeyê û Ewropayê û destnîşan kir ku di cîhanê de tişta herî xerab nîjadperestiye û got: “Romen mixabin wekê reşikan her tim rastî newekhevî û nîjadperestiyê tên. ji ber ku rastî van pêkûtiyan tên hest, nêrîn û daxwazên xwe bi muzîkê tînin ziman. Ji ber polîtîkayên şaş yên hatin şopandin û şaniyan îro nîjadperestî pir pêş ketiye û baweriya min eve ku dê ji vir şûnde baş bibe.”
Şenlendîrcî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku nîjadperesteî, newekhevî û şer tenê hilweşandinê bi xwe re tîne û got: “Muzîk yekitiye. Muzîk amûreke ku hemû nîjad, ziman û olan tîne gel heve. Em jî bi muzîka xwe notayên aştiyê çêdikin. Em muzîka aştiyê çêdikin. Em ne tenê jib o Tirkiyeyê, ji bo hemû cîhanê aştiyê dixwazin.
Şenlendîrîcî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ji bo mirovahî û aştiyê muzîkê dikin û got: “Me tespît kir ku li Rojhilatê Anatolyayê konser nayên dayîn. Em dê ji 17’ê Nîsanê ji Êlihê dest pê bikin û li hemû bajarên herêmê konseran bidin.”