SZK’ê li Efrînê konferans lidar xist

SZK’ê li Efrînê konferans lidar xist

Şaxa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Efrînê konferansa xwe ya yekemîn lidar xist.

Konferans bi diruşma ‘‘Asta pêşxistina ziman asta pêşxistina jiyanê ye’’ roja 15`ê Tebaxê bi beşdariya 700 delegeyên endamên SZK’ê û mamosteyên zimanê kurdî hate pêkanîn.

Di Konferansê de  endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Bedran Çiya axaftina vekirinê kir û li ser girîngiya ziman rawestiya. Di konferansê de her wiha li axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a derbarê zimanê kurdî de hate guhdarîkirin û perspektîfên SZK’ê yên der barê xebatên zimanê kurdî de hatin xwendin.

Piştî ku rapora xebatên SZK'ê yên salekê hate xwendin û nirxandin, beşdarên konferansê der barê mijarên mîna pergala rêxistinî ya SZK'ê, perwerdeya endaman, rêzikname û bernameya saziyê nirxandinên girîng kirin. Di encama nirxandinan de komîteyên têkildar hatin avakirin.

Di konferansê de, ji bo rêvebirina karûbarên saziyê, desteya rêveberiyê a ji 43 kesan pêk tê hate hilbijartin.

Konferans bi axaftina endama Yekîtiya Star Erşem Kurdman bi dawî bû.