Stratejiya avhewayê ya welatên Efrîkaya Rojava

Civaka Dewletên Efrîka ya Rojava (CEDEAO) li hemberî guhertina avhewayê, li ser sratejiya herêmî ya 10 salên bê, li hev kir.

Welatên endamên CEDEAO bi Yekîtiya Ewropayê re li hev kirin û ji bo bersivê bidin zor û zehmetiyên guhertina avhewayê plan kirin ku di nava 10 salan de 294 milyar dolar xerc bikin.

Komîserê CEDEAO yê ji Çavkaniyên Av, Hawirdor û Çandiniyê Berpirsyar Sekû Sangar di civîna çapemeniyê de ya li paytexta Gana Akrayê got, "Em texmîn dikin ku ji bo dema navbera salên 2020-2030'î pêwîstî bi 294 milyar dolarî heye."

Sangar got, "Hişyarbûna me girîng e, ji ber ku hawirdora me tune dibe. Eger em daristanên xwe û xaka xwe ji dest bidin, em ê hemû koç bikin. Ji ber vê yekê divê em hawirdorê biparêzin."

Li gorî Sekû Sangar, stratejiya navborî bi wê armancê ye ku ji bo alîkariyê ji têkoşîna dijî germahiya global bê dayin, di mijara rêbaza jiyaneke nû bide pejirandin.

Bi rêya vê stratejiyê her wiha tê xwestin ku saziyên herêmî û 15 dewletên endamên CEDEAO'yê hevkariyê bikin.

Li gorî rapora avhewayê ya sala 2019'an, ji ber xerabûna peravan û erozyonê bi taybetî li Efrîkaya Rojava zor û zehmetiyên mezin rû didin.

Nêzî ji sedî 56 ê peravên Benîn, Peravên Diranê Fîlan, Senegal û Togo dikevin bin bandora erozyonê.

Neteweyên Yekbûyî jî hişyariyê didin ku guhertina avhewayê wê bandorê li çandiniyê û xurekê bike.