Strana Serkîno yê 13 salî tirsand!
Strana Serkîno yê 13 salî tirsand!
Strana Serkîno yê 13 salî tirsand!
Zarokê bi navê Alî Serkîno (13) ê ku li navçeya Turgutlu ya Manîsayê di zeviyên çandîniyê de xebitî û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û YPG'ê re stran çêkir û malbata wî ji ber zextên leşkeran Turgutlu terk kir.
Zarokê bi navê Alî Serkîno yê ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Şengalê reviya û hat navçeya Turgutlu ya Manîsayê ji ber ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û YPG'ê re stran çêkir leşker lê digerin. Piştî nûçe der barê wî de derket heya niha 3 caran yekîneyên leşkeran bi ser bajarê kon de girt û ji ber vê yekê Serkîno û malbata wî herêmê terk kir. Hate hînbûn ku leşkeran ji welatiyên wargehê re gotin "Serkîno peyda bikin û bidin me."
Gotinên strana Serkîno wiha ne:
Lê yarê, lê yarê tu min berde,
Ez ê biçim cem hevalê xwe şoreşger e
Li serê çiyayan digerin ew şer dikine
Ez ê biçim cem hevalê xwe YPG
Hevalê min şoreşgerê serê çiyan
Şer dikin, ez ê biçim xwe bigihînîm wan
Katoyê mezin benda min e
Ez ê biçim cem hevalê xwe cem YPG
YPG şîrîn li serê çiyan
Digerim herim ba wan şoreşgeran
Lê lê dayikê eger ez bimirim
Tu li ser min megrî ez ê herim cennetê
Ez ê şehîd bikevim,
Resma min Apo li ber hev danînin.
Dayika min ê şîrîn tu grîne
Ser kefana min resme Apo kin
Navê Apo li ser kefena min çêbikin
Ez ê şehîd bikewim darismamine
Kefena spî li min kin
Bi ceneta Apo li benda min e
Hevalê şehîd benda min e
Ser bilind bilorîne dayika min negrî.
Dilê min tiji kule li xerîbiye.
Ez ê biçim li YPG, YPG li Kurdistanê
Kurdistana me bi yar e
Lê dayê negrî