Sporvanên Kurd ên li Ewropayê sazî ava dikin
Sporvanên Kurd ên li Ewropayê sazî ava dikin
Sporvanên Kurd ên li Ewropayê sazî ava dikin
Sporvanên Kurd ên li Ewropayê ji bo xwe bi rêxistin bikin, li hev dicivin. Konfederasyona Komeleyên Kurd ên Ewropayê (KON-KURD) pêşengiya civîna cara yekemîn a ku dê li Ewropayê pêk bê, dike.
KON-KURDê derbarê civînê de daxuyaniyeke nivîskî da. Li gorî vê sporvanên Kurd ên bi awayê tîm an jî şexsî yên di warên sporê yên weke fûtbol, basketbol, voleybol, hentbol, atletîzm, tekwando, kick-boks, halter û weke din, dê xwe bi rêxistin bikin.
CIVÎN 11’Ê GULANÊ LI KOLNÊ PÊK TÊ
Di civînê de ku dê li bajarê Koln a Almanyayê pêk bê, dê di serî de pirsgirêkên sporvanên Kurd û rêxistinbûna wan û rêyên çareseriyê yên ji bo van pirsgirêkan nîqaş dê bên kirin. Di daxuyaniykê de hate destnîşankirin ku dê civîn roja 11’ê gulanê li bajarê Almanya Kolnê bê lidarxistin.
JI BO SPORVANÊN KURD BANGA TEVLÎBÛNA CIVÎNÊ
KON-KURD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû ciwanên sporvan ên Kurd ên ku di tîman de cih digirin an jî bi awayeke şexsî sporê dikin kir ku beşdarî civînê bibin. KON-KURDê da zanîn ku ev yek careke ku civîneke wiha pêk tê û dê sporvanên Kurd saziyekê ava bikin.
Di daxuyaniyê de derbarê dîrok, cih û gihiştina civînê de ev agahî hatin dayin:
Dîrok: 11 Gulan 2013
Demjimêra Hevgihînê: 10.00
Cih: Mala Kurdan
Zehntstrasse 7-9
51065 Köln
Deutschland
Telefona gihiştinê: 0032493563768