‘Sînorê Şikestî’ li Spanyayê jî xelat wergirt
‘Sînorê Şikestî’ li Spanyayê jî xelat wergirt
‘Sînorê Şikestî’ li Spanyayê jî xelat wergirt
Dokûmantera Kurd a dem kurt "Sînoreê Şikestî" li festîvala fîlman a Mostremp a Spanyayê hêjayî xelata taybet a Jûrî hat dîtin.
Dokûmantera "Sînorê Şikestî" ya bi derhêneriya Keywan Kerîmî, di festîvala fîlman a navneteweyî ya Mostremp li Spanyayê hêjayî xelata taybet a Jûrî hat dîtin. Di festîvala fîlman a li Tîremp'ê de ku di navbera 23-25'ê Tebaxê de pêk hat, ji nava 1100 kurte fîlman 8 fîlman ji bo wergirtina xelatê ketin nava peşbirkê.
Bi xelata Mostrep'ê re hejmara xelatên "Sînorê Şikestî" ji pêşbirkên navneteweyî wergirtiye derket 8'an.
"Sînorê Şikestî" di meha Hezîranê de di festîvala fîlman a Leydan a li Holandayê de hêjayî xelatê hatibû dîtin. Dokûmanter wê di rojên pêş de di festîvala "Antofagasta" ya li Şîliyê jî bê nîşandan.