Sevîlgen ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Cenazeyê Kûlînk Sevîlgen ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da li Goristana Guneykent a Mêrsînê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Kûlînk Sevîlgen ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da li Goristana Guneykent a Mersînê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Kûlînk Sevîlgen ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da serê sibehê anîn mizgefta Halîl Îbrahîm a taxa Gundogdu ya navçeya Akdenîza Mersînê. Piştî nimêja cenaze bi hezaran welatî ji taxa Gundogdu ya navçeya Akdenîzê heta Goristana Guneykent a navçeya Toroslarê meşiyan. Bi hezaran kesên di nav de rêveberên TUHAD-FED, YAKAY-DER, HDP û Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu jî beşdar bûn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kûlînk Sevîlgen hatin hilgirtin û welatiyan bê navber dirûşmên “Ji girtiyên nexweş re azadî” “Gitiyên nexweş rûmeta me ne” “Bijî Serok Apo” hatin berzikirin. Piştî ku wecîbeyên olî hatin bicih anîn hate definkirin. Di merasîmê de Hevşerokê YAKAY-DER’ê Mehmet Şîrîn Eruncak exivî û diyar kir ku di pêvajoya çaraseriyê de hikûmet gavan navêje û samîmî nêzîkî pêvajoyê nabe û wiha got: “Ji her agahiyên mirinê yên ji girtîgehan tê berpirsiyariya hikûmetê mezin e.” Eruncak bilêv kir ku yek ji rêgezên herî hesas ên kurdan girtiyên zinadanan in û nirxandina “heta ku hikûmet girtiyên siyasî azad neke pêvajoya çareseriyê dê pêş nekeve” kir.

‘KÛLÎNK BERDEWAMA MAZLÛM Û XEYRIYAN E’

Rêveberê TUHAD-FED’ê yê Mersînê Bayram Çaglar jî diyar kir ku girtiyên siyasî berdewama Mazlum û Xeyriyan e û wiha axivî: “Mijara ku hikûmet girtiyên siyasî dike mijara bazarê tiştekî exlaqî nîne.” Kurapê Sevîlgen, Salîh Sevîlgen jî destnîşan kir ku Kûlînk Sevîlgen di jiyana xwe de her tim bi awayekî aktîf rol girtiye û banga “Girtiyên nexweş êdî berdin” li hikûmetê kir.