Şervanên YPG’ê û gerîlayên PKK’ê hatin bîranîn

Li Îzmîr û Dersimê şervanên YPG’ê û gerîlayên PKK’ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.

Li Îzmîr û Dersimê şervanên YPG’ê û gerîlayên PKK’ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.

ÎZMÎR

Ji bo gerîlayên PKK'ê û şervanên YPG'ê yên di meha Nîsanê de jiyana xwe ji dest dane merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Komeleya Xizmên Windahiyan (YAK-DER) a Îzmîrê ji bo gerîlayên PKK'ê û şervanên YPG'ê yên di meha Nîsanê de jiyana xwe ji dest dane li ber avahiya HDP'ê ya Konaka Îzmîrê merasîma bîranînê li dar xist. Rêveberên HDP'ê, KURDÎ-DER'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, ÎDAY-DER û gelek welatî tevlî merasîma bîranînê bûn. Hevserokê YAK-DER'ê Sabrî Adibellî di merasîmê de axivî û got ku PKK ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo azadiya hemû gelan têdikoşe. Adibellî anî ziman ku di her 28'ê mehê de ew ê merasîma bîranînê li dar bixin. Adibellî bilêv kir ku ew ê têkoşîna cangoriyan bidomînin.

Piştî axaftinê mewlûd hat xwendin û xwarin hat belavkirin.

DÊRSIM

Gerîlayê PKK'ê Celal Polat (Laşer) di sala 1997'an de li çoltera Xozatê jiyana xwe ji dest dabû li ser gora xwe hat bibîranîn.

MEYA-DER'a Dêrsimê ji bo gerîlayê PKK'ê Celal Polat (Laşer) di sala 1997'an de li çoltera Xozatê jiyana xwe ji dest dabû li gundê Atlantiyê merasîma bîranînê pêk anî. Di bîranînê de malbata Polat û gelek nûnerên saziyên sivîl li sera Polat hatin cem hev û ji bo cangoriyan deqeyek rêz girtin. Hevseroka MEYA-DER'ê yê Dêrsimê Nurdoken Çetîndere di merasîmê de axivî û got ku Polat jî wekî hemû cangoriyên azadiyê tiştên ku ket ser milên wî pêk anî û wiha axivî: "Em di şexsê rêheval Laşer de hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin. Em ê têkoşîna wan bilind bikin."

Piştî axaftinê find hatin pêxistin û loqme hatin belavkirin.