Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê destek da HDP'ê

Hunermendê Şano yê ji Bakurê Kurdistanê Kemal Gorgu yê wezîfeya serokatiya Konseya Aştiyê ya Swêdê dimeşîne da xuyakirin, ku ji bo serketina pêvajoya aştiyê û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê divê HDP li parlamentê be.

Hunermendê Şano yê ji Bakurê Kurdistanê Kemal Gorgu yê wezîfeya serokatiya Konseya Aştiyê ya Swêdê dimeşîne da xuyakirin, ku ji bo serketina pêvajoya aştiyê û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê divê HDP li parlamentê be û bang li hemû alîgirên aştiyê û hunermendan kir, ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê.

Kemal Gorgu ev 5 sal in, serokatiya Konseya Aştiyê ya Swêdê dike ku di bin sîwanê vê rêxistinê de 11 rêxistinên aştiyê yên li Swêdê hene. Gorgu ragihand ku Konseya Aştiyê ya Swêdê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Kurdistanê ji nêz ve dişopîne û destnîşan kir ku serketina pêvajoya aştiyê tevî Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn gelekî girîng e.

Gorgu anî ziman ku ji bo pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bi peymanekê bi encam bibe, HDP'ê wezîfeyên girîng hilgirtiye ser milê xwe û diyar kir ku ji ber vê yekê hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo pêşeroja gelên li Tirkiyeyê gelekî girîng e.

Gorgu destnîşan kir ku ew texmîn dike ku HDP di hilbijartinên Hezîranê de herî kêm rêjeya ji sedî 15'an a dengan wê bi dest bixe.

Gorgu weke şanogerekî demeke dirêj ev kar kiriye bang li hunermendên li Tirkiyeyê kir û got, "Berpirsyariya hunermendan ew e ku pêşerojê ji berê ve bibînin û li cem derdorên bindest cih bigirin. Îro mejiyekî ku hunermend û hunerê li derve dibîne, weke dijmin dibîne, li ser kar e. Yekane partiya li cem hunermendan cih digire HDP ye. Ji ber vê yekê divê hunermend li cem HDP'ê cih bigirin."

 

...