Şermezarkirinên komployê didomin
Li Bakurê Kurdistanê Komploya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girseyî tê şermezarkirin.
Li Bakurê Kurdistanê Komploya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girseyî tê şermezarkirin.
Li Bakurê Kurdistanê Komploya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girseyî tê şermezarkirin.
WAN
Li taxên Şehît Fırat, Xaçort, Suphan, Akkopru, Karşiyaka û Şabaniye yên Wanê bi hezaran welatî kom bûn û ji bo 15'ê Sibatê şermezar bikin çalakî pêk anîn. Bi hezaran kesên ku li gelek taxan daketin kolanan, 16'emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat şermezar kir. Ciwanên ku serê sibehê daketin kolanan, rastî mudaxaleya polîsan hatin û bi mudaxaleya polîsan re li gelek kolan û taxan bûyer derketin. Bûyer herî zêde li Taxa Xaçortê zêde bûn. Polîsan bi bombeyên gazê, ava şid mudaxaleyî ciwanan kir û ciwanan jî bi molotofan bersîv da ciwanan. Ciwanan bi bombeyên deng mudaxaleyî polîsan kir û 3 maşîneyên polîsan derb girtin. Polîsan bi helîkopteran ji hewa de bûyer şopandin û bi panzêr û akrepan di nava kolan û taxan de mudaxaleyî çalakiyan kirin. Polîsan di çalakiyan de rojnameger kirin hedef û ketober bombeyên gazê avêtin rojnamegeran. Di çalakiyan de ciwanekî ku navê wî nehat fêr bûn hat binçavkirin. Li taxên Şehit Firat, Suphan, Akkopru, Karşiyaka û Şabaniyê çalakî didomin
NISÊBÎN
Li navçeya Mêrdînê ya Nisêbînê piştî meşa şermezarkirina Komploya Navneteweyî di navbera ciwanan û polîsan de pevçûn derketin. Ciwanên li Şîrîn Bulvari, Pira Ahmet Kaya, Pira Şehîdan, Rêya Îpekê û Cadeya Işik Onder kom bûn, bend danîn û rê li trafîkê girtin. Polîsan bi wesayîtên zirxî, bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kir. Ciwan jî bi kevir, fîşekên hewayî û molotofkokteylan bersiv didin.
Bûyerên li navçeyê didomin.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û alên PKK, KCK'ê hatin bilindkirin de polîsan mudaxale kir. Bûyerên ku ji serê sibê de dest pê kirin, hêj didomin. Bûyer bêtir li taxên Cengiz Topel û Daglica zêde bûn. Dîsa li taxên Yenî, Gungor, Kişla, Esentepe û Îpekyolu zêde bûn. Tîmên Tevgera Taybet, bi panzer û TOMA ketin nava çalakgeran û mudaxaleyên hişk kirin. Polîsan bê kontrol bombeyên gazê bikar anîn û tax di bin ewrê gazê de hişt. Polîsan li gel ava şit, bombeyên gazê, guleyên plastîk, ava şid bikar anîn. Ciwanan jî bi molotofkokteyl û keviran bersiv dan polîsan.
Polîsan di mudaxaleyan de bi ser mala nûçegihanê DÎHA'yê Salih Yilmaz de jî girt û lêgerîn pêk anîn. Polîsên ku bi ser mala Samî Yilmaz de girtin, bi maşîneya zirxî li maşîneya DÎHA'yê qelibandin û zerar dan maşîneya DÎHA'yê.
Di çalakiyan de hat dîtin ku gelek maşîneyên polîsan ên ku bi bombeyên gazê mudaxaleyî girsê dikin bêyî plake li nava kolanan digerin.
AGIRÎ
Li Agiririyê jî bi sedan kesên ku li ber Kargeriya Şaredariyê ya Agirî li hev kom bûn, heta Dortyolê meşiyan. Di çalakiyê de endam û rêveberên DBP û HDP'ê, Hevşaredarên Agiriyê, Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê û gelek kesên din amade bûn. Girsê piştî meşê daxuyanî da û piştî daxuyaniyê belav bûn.
COLEMÊRG
Li gelek taxên Colemêrgê ji bo şermezarkirina 16'êmîn Komploya Navneteweyî a li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, endamên YDH-H'ê daketin qadan. Di pevçûnên ku hê jî berdewam dikin de ciwanek hat binçavkirin.
Li gelek taxên wekî Pehlîvan, Qetremas, Gazî, Kiran, Berçelan û Keklîkpinar ên Colemêrgê ciwanên YDG-H'ê ji bo şermezarkirina 16'êmîn Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat daketin qadan. Bûyerên ku piştî nîvro destpê kirin hê jî li gelek cihan didome. Ciwanan li taxa Pehlîvanê rêya ku diçe Taxa Merzanê bi kevir û daran barîkat danîn, al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Ciwanan bombeyên deng û molotof avêtin wesayîtên zirxî ku li kuçeyan digeriyan. Polîs û tîmên taybet bi dehan wesayîtên zirxî ketin taxê û bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîşî ciwanan kir. Piştî ciwan belav bûn tîmên taybet ji wesayîtên zirxî daketin kolanan û bi çekên xwe xwestin di ser malan de bigirin. Tîmên taybet ciwanekî ku navê wî nehat zanîn jî binçavkirin.
Pevçûnên herî dijwar jî li taxa Keklîkpinarê çêbûn. Ciwanan rêya Colemêrg-Wanê bi barîkatan girtin û alên KCK'ê vekirin. Ciwanan li ser rê kontrola nasnameyan kirin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî demekê polîs bi wesayîtên zirxî hatin cihê çalakiyê û bi bombeyên gazê êrîşê ciwanan kir. Polîsan li taxê bi sedan bombeyên gazê bi kar anîn û tax di bin gazê de hiştin. Ji ber gaza zêde welatî bi bandor bûn û paceyên gelek malan jî ji aliyê polîsan ve hatin şikestin.
Pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de hê jî li gelek taxan berdewam dike û li her derê bajêr bi dehan wesayîtên zirxî sekinîne. Hejmara kesên ku hatine binçavkirin tê payîn ku zêdetir bibe.
ÊLIH
Li gelek taxên Êlihê 16'êmîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin çalakî hatin lidarxistin.
Endamên YDG-H'ê ji bo şermezarkirina 16'êmîn Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermeza bikin li gelek taxên wek Îloh, Baglar, Yavuz Selîm û Petolkentê ya Êlihê çalakî li dar xistin. Ciwanên ku li taxan kom bûn agir pêxistin û bênavber dirûşmeyên wek "Bijî Serok Apo", û "Dinyayeke bê Serok Apo, em ê bi serê hilweşinin" berz kirin. Ciwanan bonbeyên dengê avetên midûriyeta polîsan a 10 Nisanê ya li taxa îlohê. Di heman demê de li taxa Baglarê wesayîtek hat şewîtandin. polîsan bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan, bi ava şîd û bonbayên gazê êrîş birin ser ciwanan. Ciwanan jî bi keviran bersiv dan êrîşên polîsan.
Pêvçûna di navbera ciwanan û polîsan de heya derengiya şevê berdewam kir. Hêjayî gotinêye ku di encama êrîşa polîsan de ti kes nehat binçavkirin.
PIRSÛS
Li Taxa Elîgorê ya Pirsûsê ji bo 16'emîn Selvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, bi çalakiyêkê hat şermezarkirin. Polîsan êrîşî çalakgeran kir 10 kes hat bincavkirin.
Li Pirsûsê û Elîgorê ji bo 16'emîn Selvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatibû kirin, bi çalakiyêkê hat sermezarkirin. Ciwanan di çalakiyê de rêya Pirsûs û Rihyê girtin. Pistî çalakiyê di demek kurt de leşker hatin civê buyerê û êrîşî ciwanan kir. Di encama êrîsê de di nav de zarok jî hene, ciwanên bi navên Halîl Ugurlu, Celal Ugurlu, Omer Kaya, Engîn Kîp û 6 kesên ku navên wan nehatin hîn bûn bi gistî 10 kes hatin bincavkirin. 10 kesên ku hatin binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Navçeya Pirsûsê tên girtin.
Her wiha li navenda Pirsûsê jî polîs û tîmên taybet 4 welatiyên dildar ên ji bo koçberên Kobanê hatinin di depoyê dixebitin li ber Midûriyeta Polîsan a Navçeyê pêsiya wan birî û ew rawestandin. Nêzî seatekê destên wan rakirî û berê wan li dîwar ve bê hincet li ser ewan lêgerîn kirin. Piştre xebatkarên dildar serbast hatin berdan.
Li aliyê din duh bi sev jî ji hêla polîsan wesayetek bi îdiaya bombabarkirî hatibû girtin û welatiyên bi navê Îbrahîm Sutçu, Nurullah Aksoy, Emîn Bînîcî û yên paşnavên wan nehat hîn bûn bi navên Salîh û Mûstafa 5 kes hat bincavkirin. Welatiyên di bin çavan de lêpirsandina wan li TEM'a Rihayê didom e. Her wiha li duh bi şev li gundê berxwedanê Mehserê jî leşker, polîs û tîmên taybet bi ser du malan de girtin. Di sergirtinê de ji ber ku ti kes li malê tine bûn, tîmên taybet û leskeran alav û mal ji hev belav kirin.
EDENE
Çalakiyên 16'emîn Salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû taxên Edeneyê didomin. Li Taxa Barbaros 2 polîs bi giranî birîndar bûn.
Li taxên Barbaros, Kuçuk Dîkîlî, Şakîrpaşa, Daglioglû û Gulbaxçe yên navçeya Seyhana Edeneyê bi çalakiyan 16'emîn Komploya 15'ê Sibatê ya Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê şermezarkirin. Polîs li taxan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî çalakgeran dikin. Ciwan jî bi kevir, fişekên hewayî û bi molotofan xwe diparezin. Di encama êrîşa polîsan de zarokê bi nav Şahîn Îşsîz bi giranî birîndar bû. Li Taxa Barbarosê jî 2 polîs birîndar bûn. Li Taxa Kuçuk Dîkîliyê jî çalakgeran êrîşî AVM'yê BÎM û A101'ê kir. Her du AVM'e jî hatin şewitandin. Li ser taxan polîs bi helîkopteran digerin. Pevçûn jî didomin.