Serlêdanên 8.Festîvala Filmên Kurd ya Londonê destpê kir
Serlêdanên 8.Festîvala Filmên Kurd ya Londonê destpê kir
Serlêdanên 8.Festîvala Filmên Kurd ya Londonê destpê kir
Di nav festîvalên filmên Kurd de ya herî bi nav û deng ya Londonê ji bo festîvala heştemîn dest bi standina serlêdanan kir.
Festîvala Filmên Kurd ya Londonê ji sala 2001´an vir ve li paytexta Brîtanya Londonê, weke festîvala filmên Kurd ya herî berfireh cihê xwe diparêze. Heta niha heft festîval hatine lidarxistin û îsal dê ya heştemîn bi avayekî berfireh li London Hackney Picture Housê di navbera 15-22´yê Sermawezê were li dar xistin. Jibo festîvala heştemîn serlêdanan destpê kirine û dê heta 31’ê Tîrmehê berdewam bike.
Ji hêla komîteya amadekar ya Festîvalê hate ragihandin ku,piştî heft festîvalên mezin û serkeftî, pir kêfxweşin ku bangwaziya 8´emîn dikin. Komîteya amedekar ya festîvalê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wisa ragihand; “Em bi kêfxweşî radigihînin ku 8’emîn Festîvala Filmên Kurd ya Londonê dê li Londonê di 2013,di navbera 15-22’yê Sermawezê de li Hackney Picturehousê were li dar xistin.Em wek lijneya amadekar a festîvalê, hemû derhênerên Kurd û ne-Kurd ku sebaret bi Kurdan û arîşeyên Kurdan film çêkirine vedixwînin da ku berhemên xwe ji bo bernameya îsal a festîvalê radest bikin. FFKL filmên metraj dirêj, belge film û kurtefilmên bi binenivîsa Îngîlîzî ji bo pêvajoya hilbijartinê dipejirîne. Em dikarin filman di gelek formatan de nîşan bidin (35mm, HD, Mini DV, DVD di nav de)”
Jibo derhenerên ku dixwazin filmên xwe bişînin festîvalê li her çar parçeyên Kurdistanê nûnertî hatine diyar kirin. Bi rêya van nûnera, an jî rasterast dikarin filmên xwe bigihînin festîvalê. Jibo bêhtir agahî û formên serlêdanê hûn dikarin malpera festîvalê ziyaret bikin. Navnîşana malpera festîvalê wisa ye, http://www.lkff.co.uk/