Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, serketina Girê Spî ya hêzên YPG û Burkan El Firat li Qada Sergel bi govend û belavkirina beqlaweyê pîroz kirin.
ANF
STOCKHOLM
şemî, 20 pûşperê 2015, 07:02
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, serketina Girê Spî ya hêzên YPG û Burkan El Firat li Qada Sergel bi govend û belavkirina beqlaweyê pîroz kirin.
Komek Kurdistaniyên duh saet 14.00’an li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholm kom bûn, bi wesayîtan konvoyek çêkirin. Koma alên PKK, KCK, YPG, PYD û posterên Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan hilgirtin, di nav bajêr de tûr avêtin û paşê hatin Qada Sergel.
Bi Kurdistaniyên din ên ji bo pîrozkirina serketina Girê Spî li qadê bûn li ber stranên hunermend Ferhat Kanat govend girtin.
Dema govenda Kurdistaniyan dewam dikir, ciwanên ku ligel xwe beqlawe anîbûn li beşdaran û Swêdiyan belav kirin.