'Şanogerekî ber bi pêşerojê ve dimeşiya bû'
'Şanogerekî ber bi pêşerojê ve dimeşiya bû'
'Şanogerekî ber bi pêşerojê ve dimeşiya bû'
Gafûr Dogan (Hêvî) yê di sala 1994'an de di bin sîwanê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dest bi şanogeriyê kir, di lîstikeke hingî de karektera Hêvî lîst û bi vê karekterê re bû ye. Di sala 1998'an de jî vî navî Dogan bir nava gerîlayên li çiyayê Kurdistanê ku timî xeyala wê dikir. Gafûr Dogan ê li nava gerîla jî şanogerî kir, di havîna 2004'an de di qezayeke trafîkê ya li Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da.
Gafûr Dogan çend roj berê ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat bîranîn. Hevalê wî yê şagoer Vedat Kûşçû, ji karkeriya kevir ber bi şanogerî û ji wir ve jî jiyaneke dirêj a gerîla behsa Gafûr Dogan kir.
We çawa Gafûr Dogan nas kirin?
Di sala 1994'an de Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ava bû. Min jî hingî weke şanogerekî profesyonel ê ji gelê Arnavût di bin sîwana NÇM'ê dest bi kar kir.
Gafûr folklorvan bû, di heman demê de karkeriya kevir dikir. Hostayekî wî yê kal hebû. Rojekê dema li sûka Kemerlati kevir lê dikir, polîsekî pêl çîmentoyê wan ê li erdê yê amade dikir, kir. Hostayê kal dema ji polîs dipirse ka çima pêlê dike, polîs bi eks careke din pêlê dike, çîmento belav dike û heqaretê li Kurdan dike. Gafûr hingî dest lê werdide û tê binçavkirin. Rewşa xwe ya di binê çavan de bi gotina, "Nobedar jî di nav de kî dihat, îşkence li min dikirin" vedigot. Me destpêkê hingî bi Gafûr re hevdu naskirin û hevaltiya me piştre jî dewam kir.
BERÊ XWE JI PAŞEROJÊ NAZÎVIRÎNE, LÊ BER BI PÊŞEROJÊ VE DIMEŞE
Di vê demê de ji folklorê derbasî şanogeriyê bû?
Gafûr digot ku folklor ne tenê govenda gel e, divê weke "lîstika nîşandana gundan" bê pêşkêşkirin, lewma çîrovên ji Kurdistanê berhev dikir û lîstikên nîşandana jiyana gundan dilîst. Ji van çîrokên berhev kirin, hingî lîstikek bi navê "yusuk" derxistin. Dema li gundan berf dibare û mirov nikare derkeve derve, lîstika "yusuk" a li malan tê lîstin, bi vê lîstikê re nîşan dan. Dema min li lîstikê temaşe kir, min hunera şanogeriyê ya Gafûr dît. Min pêşniyar lê kir ku bi me re bixebite. Gelekî kêfxweş bû û dest bi xebatên şanogeriyê kir.
Yekemîn lîstika şano ya wî lîst kîjan bû?
Destpêkê di lîstika Ronahî-Sîmûrg de cih girt û di lîstikê de dengbêj bû. Gafûr hem jiyana metropolê dizanîbû hem jî jiyana herêmî ya li Mêrdînê û zimanê gel baş dizanîbû. Wêjeya gundên Kurdistanê bi şanogeriya nûjen re dikir yek û cihêrengiyek derdixist holê. Çîrok û henekên gund, li gorî rastiya rojane nîşan dida. Di demeke ku hunera Kurd berê xwe da kevneşopiyê, wî bi nêrîna li paşerojê ber bi pêşerojê ve dimeşiya.
‘HÊVÎ VEGUHERAND RASTIYÊ’
Dengî dest bi lîstika karektera Hêvî ya bi Gafûr Dogan re bûye yek, kir?
Di sala 1995'an de lîstikeke me ya bi navê "hêviya me hûn in" hebû. Di wê lîstikê de hevalê me yê ku karektera "Hêvî" dilîst hat girtin û cihê wî vala bû. Me jî ev rol ji Gafûr re pêşniyar kirin. Lîstina karektera Hêvî bû gava yekemîn ku ev karekter veguhere rastiyê. Gafûr di lîstikê de rola ciwanê Kurd Hêvî ku serê wî hinekî tevlîhev bû û nedixwest biçe leşkeriyê dilîst. Di dawiya lîstika hêvî de, diket ser rêya gerîla. Piştî ku Gafûr Hêvî lîst, bi wî re bû yek.
Karketara 'Hêvî' bi Gafûre di nava gel de hîn bêtir jê hat hezkirin. Ji ber ku Gafûr bi zimanekî ku gel baş jê fêm dike, karketera Hêvî lîst.
‘JIYANA WÎ LI SER KEDÊ BÛ’
Ne tenê lîstina lîstikê, bawerim dest bi nivîsandina lîstikan jî kir...
Di sal 1996'an de êdî dest bi nivîsandina lîstikan jî kir. Yekemîn lîstika wî nivîsandibû bi navê "Gurî" bû. Di vê lîstikê de siyasîbûna gundiyekî Kurd bêhawa bi zimanekî heneko vedigot. Lîstikeke xweser bû ku rêbaza Gafûr nîşan dida.
Hevalê Gafûr di sala 1997'an de êdî karên rêveberiyê meşand. Gelekî ked dida. Hevalekî xebatkar, hilberîner bû, jiyana wî li ser kedê dimeşiya. Di sala 1997'an de me di bin sîwanê NÇM'ê de civateke bi navê "Şanoya Hêvî" ava kirin û xebatên xwe bi vî rengî dewam kirin.
Kengî ket ser rêya çiyê?
Piştî salekê yanî di dawiya sala 1998'an de Gafûr mîna Hêviyê di lîstikê de ket ser rêya çiyê û Hêvî veguherand rastiyê.
‘HUNER BI RUHÊ GERÎLA KIR YEK’
Gafûr her tim di nava lêgerîna; em dikarin çi bikin? Şanogeriyê çawa têxin rewşeke afirîneriyê de bû. Di wê baweriyê de bû ku eger huner bi ruhê gerîla bê kirin, wê ji bo gel bê kirin. Hesret û daxwaza xwe ya beşdariya li nava refên gerîla û şanogeriya li çiyê, her tim dianî ziman.
Hingî li rûpelê dawî yê Kovar Ozgur Halkê nivîsên li ser jiyana gerîla hebûn. Wî ew nivîs dixwend û dikir lîstik.
Her tim digot, "Bi her lîstika xwe re em şoreşê tînin kêliyek beriya wê" û kesekî ku li ser vê bingehê tevdigeriya bû.
Gelo we karîbû xebatên wî yên şanogeriyê yên li gerîla bişopîne?
Hevalê Gafûr li nava refên gerîla gelek lîstik nivîsand. Dema xwe gihand gerîla, taybetmendiya wî ya afirîneriyê gihaşt asta herî bilind, dest bi nivîsandina hejmareke zêde lîstikan kir. Derfetên min çê dibû ku lîstikên wî bişopînim. "Bejna Eynê" ya ji lîstikên wî yên li gerîla nivîsandibû û lîstibû.
Gafûr û hevalên Seyidxan û Muzeyyen beriya biçin gerîla, hatin ji min xatir xwestin. Yek bi yek xatir ji min xwestin. Ne gotin ewê biçin. Herî dawî ji min re gotin, "Emê ji te tiştekî herî dawî bixqwazin, tu dikare ji me re çakmakê Zîppo yê di dema ba de jî venamire, peyda bike?" Lê her sê yan jî cixare nedikişandin. Hingî min fêm kir ku ewê tev li refên gerîla bibin. Min ji wan re got, "Bisekinin, ezê biçim bikirim û bêm." Dema vegeriyam em çûbûn û min careke din ew nedît."
‘MIN ÊŞA WINDAKIRINA HUNERMENDEKÎ KIŞAND’
Dema ku min bihîst di 27'ê Tebaxa 2004'an de hevalê Gafûr jiyana xwe ji dest daye, beriya her tiştî di warê şanogeriya Kurd de min êşa windahiyeke mezin, êşa windakirina hunermendekî kişand. Lê belê hingî ez gihaştim wê baweriyê ku divê ji bo bîranîna hevalê Gafur, huner hîn bêtir ji bo bindestan bê kirin û helwesteke bi vî rengî wê rasttir be.
Hin ji xebatên me yên em dixwazin di dema pêş de di bin sîwanê NÇM'ê de bikin, lîstika 5-6 lîstikên hevalê Gafûr nivîsandibûn û hînê nehatine lîstin e.
Tevî vê yekê ji bo bîranîna hevalê Gafûr em dixwazin di bin sîwanê NÇM'ê de "Şahoya Hêvî" ji nû ve ava bikin.
Gafûr rastiya "hunermendê gel, şervanê gel" di kesayetî û têgihiştian xwe ya hunerê de raxist ber çavan. Emê her tim bibin şopdarên vê xeta wî. Emê her tim bi têgihiştina "hunermendê gel, şervanê gel" re dilsoz bin.