Sala 100. ji 35 wêjevanî ‘Ermeniyê nava me’

Di 100. Salvegera Qirkirina Ermeniyan de pirtûka bi navê ‘Ermeniyên nava me (1915-2015)’ hate weşandin. Di pirtûkê de nivîsên 35 wêjevanî cih digirin.

Di 100. Salvegera Qirkirina Ermeniyan de pirtûka bi navê ‘Ermeniyên nava me (1915-2015)’ hate weşandin.  Di pirtûkê de nivîsên 35 wêjevanî cih digirin.

Di 100. Salvegera Qirkirina Ermeniyan de ji aliyê weşanên Can ve pirtûka bi navê ‘Ermeniyên nava me (1915-2015)’ hat weşandin. Di nav de Murathan Mungan, Karîn Karakşli, Ahmet Tellî, Murat Uyurkulak, Ece Temelkuran, Adalet Ataoglu û Oya Baydar jî heye ji 3 nifşî, nivîsên 35 nivîskarî cih digirin. Di pirtûkên de helbest, çîrok, bîranîn û vegotinên Ermeniyan ku tên vegotin.

DEMA DERXISTINA XENÇERÊ HATIYE

Yîgît Bener ku pirtûk derxist pêşberî xwendevanan, di pêşgotina pirtûkê de balê dikişîne ser Qirkirina Ermeniyan û wiha dibêje: “Asêmayîna li nîqaşên li ser navê vê karesata mezin û hejmara qurbaniyan û bi gotina nefretê nîqaşkirina 1915’an, xençereke jehrî ya ku li gelên bi hev re vî welatî parve dikin ketiye. Dema derxistina vê xençerê hatiye û dema hevdîtina wijdaneke hevpar hatiye.”

JI BO HRANT Û YÊN HATINE QETILKIRIN

Pirtûk diyariyê rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk û kesên di 1915’an de di Qirkirina Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dane, hat diyarkirin.  Metnên ku pirtûkê ava dikin jî wiha ne: 
Murathan Mungan, “Ji bo Hrant Dînk”, Husnu Arkan “Parêznameya Talat Paşaye”, Karîn Karakaşli, “Dîrok, Erdnîgarî, Ermeniyên navbera me û derveyî me”, Selîm Îlerî “Hev û din derveyê mirovahiyê windakirin”, Mine Sogot “Îstîklâl li bejahiyane”, Enis Batur, “Der û cîran”, Vivet Kanetti “Çûkên Ermeniyan”, Ferit Edgu, “1915 Belê, Qirkirin”, Ece Temelkuran “Westandina Derewan”, Selim Temo, “Sê rû”, Beşir Ayvazoglu “Ji nûve xwendina Kerem û Asli”, Birsen Ferahli, “ Rojeke xweş”, Akif Kurtuluş , “Bêariya sedsalî”, Sema Kaygusuz, “Jaklîna nakeve malê”, Ahmet Telli, “Ah Manuşyan”, Nemika Tugcu, “Jiyana dibêjî çiye”, Şeyhmus Diken, “Samîslî Awedîs”, Adalet Agaoglu, “Naskirina Ermeniyan”
Murat Uyurkulak, “Xelaya li Eywanê digere”, Ayşe Sarisayin“Ermeniyan di bîranînên min de: Hejandina li hundir nêrîn...”, Adnan Bînyazar, “Pêlav heye binê wê qule...”, Bejan Matur, “Zeytun, Veger”, Bejan Matur, “ji Saroyan re lorîn”, Feridun Andaç, “Dem wek bayekî bû di canê min de”, Asuman Susam, “Beriya min ti”, Ahmet Tulgar, “Koro”, Oya Baydar, “Wan her tim dizanibû”, Murat Yalçin, "Baxçeyên me ji me re çima ecnebîne?", Şebnem Îşîguzel, “Gereke Anatolyayê”, Hakan Gunday, “Piştre”, Muge Îplîkçî, “Xezîne”, Behçet Çelik, “Navê bavê min”, Gulayşe Koçak, “Qeşa û Wêne”, Murat Gulsoy, “Sir”, Irmak Zîlelî, “Bênav”, Yigit Bener, "Em kîne, ecdadê me kîne?”