Waliyê Hewlêrê çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê

Waliyê Hewlêrê Omêd Xoşnav di serdana xwe ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de diyar kir ku ji bo aştiyê ew amade ne erka xwe pêk bînin. Ahmet Turk jî got, "Divê rêveberiya Başûr mafên hemû Kurdan biparêze."

Waliyê Hewlêrê Omed Xoşnav, Şaredarê Hewlêrê Karzan Hadî, Parlamenterê Parlamentoya Kurdistanê Şivan Zirarî û şandeya pê re serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kirin. Xoşnav û şandeya pê re ji aliyê hevşaredaran Ahmet Turk û Devrîm Demîr û parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz ve hatin pêşwazîkirin.

'EM PIŞTGIRIYA AŞTIYA HERÊMÊ DIKIN'

Xoşnav anî ziman ku ji ber ku li Mêrdînê ye kêfxweş e û got, “Ji bo serdana Fûara Çandinî, Heywandarî, Endustriya Şîr 3 roj in em li Amedê ne. Îro em hatin Mêrdînê. Spas ji bo mêvandariya we. Weke hikûmeta Herêma Kurdistanê em piştgiriya aştiya herêmê dikin. Ji bo aştiyê çi ji destê me tê em her tim amade ne. Em we serokên hêja, rojekê vedixwînin Hewlêrê. Deriyê me her tim ji we re vekirî ye.”

AHMET TÛRK: DIVÊ RÊVEBERIYA BAŞÛR JÎ MAFÊ KURDAN BIPARÊZE

Ji aliyê din ve Ahmet Turk di hevdîtinê de got, “Di navbera gelan de ti astengî û pirsgirêk derneketiye. Weke gelê Mêrdînê em her tim çand, ziman û axa xwe diparêzin. Xwezî bajarên din ên Tirkiyeyê jî wek Mêrdînê pirçandî bûna. Wê demê dê li Tirkiyeyê demokrasî û aştî pêk bihata. Beriya her tiştî em dixwazin di navbera Kurdan de diyalog hebe. Ji bo siberoja gelê Kurd divê em li hemû herêmên Kurdistanê têkiliyên xwe pêk bînin. Başûrê Kurdistanê ne tenê ya gelên wir e, ya hemû Kurdan e. Lewma çavê hemû Kurdan li Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê Hikûmeta Başûr mafê hemû Kurdan biparêze. Wê demê wê Kurd bigihêjin armancên xwe. Ez di wê baweriyê de me ku hem di warê siyasetê de û hem jî di nav gel de dê têkiliyên Kurdan xurtir bibin.”

Devrîm Demîr jî diyar kir ku girîng e gelê Kurd yekgirtî be û got, "Ji aliyekî ve em ê xizmeta gelê xwe bikin, li aliyê din jî ji bo yekîtiya Kurdan bi hemû hêza xwe em ê bixebitin."