BI DÎMEN

Pirtûka Abdullah Ocalan bi xwendekarên Ermen hat nasandin

Pirtûka Abdullah Ocalan a ku wergerandine zimanê ermenî, li dibistana perwerdehiyê ya Mkhîtar Sebasatsî ya Erîvanê bi xwendekaran re hat nasandin.

PIRTÛKÊN ABDULLAH OCALAN

Pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Şaristanî, Xwedayên Bi Maske û Serdema Qralên Veşartî ku herî dawî bi zimanê ermenî hate wergerandin û li Kompleksa Perwerdehiyê ya Erîvanê Mkhîtar Sebasatsî bi xwendekaran re hate nasandin.

Mamosteyên dibistanê û bi dehan xwendekar di merasîma danasînê de amade bûn. Dîroknas Armen Voskanyan, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û rojnameger Lianna Mihoyan weke axaftvan beşdar bûn.

Dîroknas Armen Vosnakyan diyar kir ku ev demeke dirêj e li bendê ne ku ev pirtûk ji bo zimanê ermenî bê wergerandin û got, “Ev pirtûka ku Abdullah Ocalan di sala 2004’an de di bin şert û mercên zindan û tecrîdê de nivîsand, ji gelek aliyan ve bi wate û bi nirx e. Pirtûkên ku ji 5 cildan pêk tên, berhema lêkolîn û xebateke berfireh in. Her mijarek bi kûrahî û berfireh hatiye gotûbêj kirin.”

Vosnakyan anî ziman ku di pirtûkê de tevî ku 20 sal berê hatiye nivîsandin jî pêşbîniyên cidî yên derbarê îro de hene û wiha dewam kir: “Abdullah Ocalan beriya 20 salan di pirtûkên xwe de rewşa îroyîn nivîsandiye. Dema ku me ewil xwend, me bi zehmetî bawer dikir ku wî ev pirtûk 20 sal berê nivîsandiye. Pêşbîniyên wê demê yên Abdullah Ocalan îro yek bi yek derdikevin holê. Wergerandina pirtûkê bo zimanê ermenî ji bo herdu miletan jî pir girîng e. Dewleta Tirk çiqasî hewl da ku zext û zorê li felsefe û îdeolojiya Abdullah Ocalan bike jî bi ser neket. Abdullah Ocalan her çiqas di girtîgehê de ye jî bi pirtûkên xwe fikir û felsefeya xwe ji hemû cîhanê re radigihîne. Abdullah Ocalan xwedî gelek şêwazên berxwedanê ye. Yek ji wan jî ev pirtûk e.”

Rojnameger Lianna Mihoyan jî got, “Di têkiliyên Kurd û Ermenan de jixwe pirek hatiye çêkirin. Ev têkilî bi saya vê pirtûka Abdullah Ocalan û bi giştî felsefeya ku daye pêş me hîn xurtir dibe.”

Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got: “Abdullah Ocalan sîstemeke konfederal afirand. Ev sîstem êdî ji aliyê hemû kesên bindest û ji bo wekhevî û edaletê têdikoşin tê qebûlkirin. Kapîtalîzm niha di nava xitimandineke mezin de ye. Gel ji bo xwe ji krîzên kapîtalîzmê afirandiye rizgar bikin, ldi bin şert û mercên pir dijwar de li jiyana nû û azad digerin. Yekane navnîşana jiyaneke nû, azad, wekhev û adil di felsefe û ramanên Rêber Abdullah Ocalan de ye. Pirtûkên Rêber Ocalan dermanê van nexweşiyên ji aliyê kapîtalîzmê ve hatine afirandin in. Mînak Abdullah Ocalan sîstemek ku hemû gel bi hev re wekhev û azad bijîn ava kiriye. Û ew di pirtûkên xwe de bi berfirehî û kûrahî behsa vê yekê dike.”

Di dawiya çalakiya danasînê de pirtûka Şaristanî, Xwedayên Bi Maske û Serdema Qralên Veşartî wek diyarî li xwendekaran hat belavkirin.