Ruhê Şêx Bedrettîn li Sûr û Cizîrê der dibe

Lêkolîner, nivîskar Suleyman Deprem da xuyakirin, ku ruhê tevgera Hevparan a Şêx Bedrettîn afirand, îro li Sûr û Cizîrê ji nû ve der bûye.

Lêkolîner, nivîskar Suleyman Deprem da xuyakirin, ku ruhê tevgera Hevparan a Şêx Bedrettîn afirand, îro li Sûr û Cizîrê ji nû ve der bûye. Deprem bang li her kesî kir, ku xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin.

Karmatiyan, xewn û xeyala Şêx Bedrettîn a bi sedan salan piştî wan derket ser dika dîrokê, di sedsala 10'an de xistin meriyetê. Sîstema wan a civaka hevpar, komunal û wekhev ji Fasê heta Bahreynê, ji Iraqê heta Afganîstanê ji hemû tegerên Batinî bû çavkaniya îlhamê.

Di sedsala 15'an de bi helwesta Şêx Bedrettîn 'Ji bilî hinarokê yarê, parvekirina her tiştî' re li peravên Ege û Derya Spî jiyaneke hevpar, komunal û bê dewlet ji nû ve ava bû. Ruhê tevgera Heparan ku îro hewl tê dayîn bê ji bîr kirin û tinekirin, li bajarên Kurdistanê, bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji nû ve zindî dibe.

'FERMANDARA DESTPÊKÊ YA JIN'

Pîrê Ocaxa Sînemîlî lêkolîner nivîskar Suleyman Deprem da xuyakirin, ku di dema destpêkirina asîmîlasyona Emewî Îslam de, gelek şêweyên jiyaneke koledar dihat ferzkirin. Deprem anî ziman ku di vê demê de weke dewama îsyanên Zenc, tevgerek sosyalîst a mîstîk a ji bo edaletê Karmatiyan derket holê.

Deprem got, "Navenda destpêkê ya Karmatiyan aliyê Kûfe ye. Fermandara destpêkê ya jin a dîrokê ji vir derketiye holê. Li ser esasê xwerêveberiyê, jiyaneke komunal ava kirine. Karmatiyan di nava civakê de mora xwe avêtine binê gavên destpêkê. Yên ku îllegalîte bi hemû detayên xwe yên zirav dane hînkirin Karmatiyî ne. Hemû bi nasnavan jiyan e. Fermandara destpêkê a gerîla li vê derê derket holê. Di navbera jin û mêr de cudahiya statuyê nemaye. Di xwerêveberiyan de hin pîvan hatine destnîşankirin û nebûne dewlet. Perwerdeyeke gelekî baş dîtine, bi awayekî komî pirtûk xwendine. Li cihê koman lê biryar digirtin, navê Meclîsê lê hatiye kirin. Meclîs jî bi 5 awayî hatiye dabeşkirin û li gorî vê yekê wezîfeyên wan hatine diyarkirin. Di nava Karmatiyan de bûyîna xwedî mal û milk bi tenê li ser kelûmelên şer bû. Ji ber ku bûyîna xwedî milk li dijî kevneşopiyê bû, qedexe bû. Ji bo belavkirina xwarinê û zad, komîte hebûn. Heta ku ji aliyê Abbasiyan ve hat hilweşandin, Karmatiyan jiyaneke bê dewlet a xwerêveberiyê dijiyan."

TEVGERA BEDRETTÎN

Deprem da zanîn ku xwerêveberî û jiyana parvekirina hevpar di sedsala 15'an de di demên Şêx Bedrettîn, Torlak Kemal û Borkluce de li herêmên Ege û Derya Spî hatiye dîtin û got, "Hingî ji Kendava Skenderûnê heta Çanakkaleyê hemû bajarên li peravan ên Elewiyan bûn. Jiyana hevpar dihat jiyîn. Hemû bi Bedettînî dihatin binavkirin. Li hemberî êrîşên yek ji padîşahên Osmanî Beyazit li ber xwe dan û salên dûr û dirêj li ser esasê xwerêveberiyê jiyan. Hînê li gelek bajarokên Egeyê ev jiyan ji hin aliyan ve tê dîtin."

Deprem diyar kir, ku piştî Bedettîn hat îdamkirin, hemû çavkaniyên wî yên devkî û nivîskî jî hatin tinekirin û got, "Îro ew çand, ew ruhê jiyanê û bexwedan li ser xaka Kurdistanê ji nû ve şîn dibe. Xwerêveberî, jiyanek bê dewlet ne xerîbê vê xakê ye. Niha ji nû ve şînd ibe û reh ber dide."