Rojnamevan Nuh Koklu ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê Rojnameger Nuh Koklu yê li Kadikoyê dema goga berfê dilîst ji aliyê esnafekî psîkopat ve hat qetilkirin, li cihê lê hat qetilkirin bi girseyî hat oxirkirin. Cenazeyê Koklu ji aliyê hezaran ve şandin Enqereyê.

Cenazeyê Rojnameger Nuh Koklu yê li Kadikoyê dema goga berfê dilîst ji aliyê esnafekî psîkopat ve hat qetilkirin, li cihê lê hat qetilkirin bi girseyî hat oxirkirin. Cenazeyê Koklu ji aliyê sedan kesan ve şandin Enqereyê.

Rojnameger Nuh Koklu, li Kadikoya Stenbolê dema bi goga berfê dilîst ji aliyê esnafekî psîkopat ve hat qetilkirin. Cenazeyê Rojnameger Nuh Koklu, li cihê lê hat qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve hat oxirkirin.

Bi hezaran kesên li ser banga Piştevaniya Yeldegirmenî li Kolana Karakolhaneyê kom bûn, pankarta "Ji kuştinên nefretê re bes e" vekirin û cenazeyê Koklu oxirî Enqereyê kirin. Di merasîma oxirkirinê de malbata Suphî Necat Ağırnasli (Paramaz Kızılbaş), Bavê Berkin Elvan Samî Elvan, Seroka Giştî ya ESP'ê Sultan Ulusoy, Serokê TGS'ê Ugur Guç, parêzerê wî Tamer Dogan û xizmên Koklu amade bûn. Berî cenaze oxir bikin rêz hat girtin û li ser navê komê Seroka Giştî ya ESP'ê Ulusoy, anî ziman ku kuştina Koklu pir bi êş û ji nişka ve bû. Ulusoy, da zanîn ku ew dizanin ku di bin kuştina Koklu de kijan feraset heye.

Serokê TGS'ê Ugur Guç jî anî ziman ku Koklu bû qurbana kesên nifrînê yên Tirkiyeyê. Guç, anî ziman ku ew ê têkoşîna kedê berdewam bikin û bişopînin.

Cenazeyê Koklu, wê sibê li Navçeya Sîncanê ya Enqereyê bê definkirin.