Rojên Hunerê yên Aram Tîgran bi konserekê bi dawî bû

Rojên Hunerê yên Aram Tîgran bi konserekê bi dawî bû

2yemîn Rojên Hunerê ya Aram Tîgran, ku ji aliyê Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran a bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate lidarxistin, bi konserekê bi dawî hat. Konser li Anfî Tiyatroya li Sumerparkê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Hevserokê Giştî yê BDPê Selahhatin Demirtaş, Serokê Beşa Çand û Turîzmê a Şaredariyê Muharrem Cebe û hunermend Egîdê Cimo û gelek kes beşdarî vê konserê bûn.   

Konser bi koroya zarokan dest pê kir. Piştî zarokan koroya mezinan ku ev salek e li wir perwerde dibin derkete ser dikê. Di konserê de bi kurdî; Soranî û Zazakî û Ermenkî stran hatin gotin û Egîdê Cimo jî bi bilûrê xwe beşdarî di konserê de kir.  

Piştî konserê Cebe bi plaket û kulîlkan Egîdê Cimo xelat kir. Cimo da zanîn ku Amed ji bo wî xwedî cihekî taybet e û ji ber coşa gel kêfxweşiya xwe derbirî. Piştre Demirtaş derkete pêş girseyê û weha got, “Di şeveke weha bi coş de em bi ciwanan re ne, ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye.” Demirtaş, bal kişand ku têkoşîna gelê kurd deskeftiyeke weke hunerê ya mayinde li pey xwe çandiye û weha axivî, “Siyaset, rojek tê diqede. Lê xebatên ciwanan ên di warê huner, çand, civak û aborî de mîsogeriya pêşeroja me ne.”

Piştî axaftinan Demirtaş û Cebe xwendekar pîroz kirin û dîplomayên wan danê.