Rojên Hunerê bi pêşangeh û konserê destpê kir
Rojên Hunerê bi pêşangeh û konserê destpê kir
Rojên Hunerê bi pêşangeh û konserê destpê kir
2’emîn Rojên Hunerê ya Aram Tîgran ku xwendekarên Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran tê de berhemên xwe pêşkêş dikin, dest pê kir. Pêşangeha wêneyan hate vekirin û stran hatin pêşkêşkirin, her wiha gel eleqeyeke germ nîşan da.
Konserwatuara Aram Tîgran ku perwerdeya xwe xwerû bi kurdî dike bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye, bi pêşangeha wêneyan dest pê kir. Xwendekarên resmê Ebru Metin, Sibel Dagdeviren, Rezan Guldiken, Bêritan Bulut, Mehmet Demir, Gulfer Îlboga, Ruşen Çaliştiran, Omer Bilen û Ebru Bircan bi xebatên xwe yên boyaxa kiz, qelemêreş û seramîkê pêşangeh vekirin û gelek kes li pêşangehê geriyan. Serokê Daîreya Çand û Turizmê Muharrem Cebe, hunermend Agîdê Cimo û gelek hunerhez beşdarî kokteyla li Hêwana Pêşangehan a Şaredariya Bajarê Mezin bûn. Bariş Seyitvan, Mesut Ozkirtay, Gulizar Dogan û Bahar Demirtaş piştî pêşangehê dê sertîfîkayên xwendekaran bidinê.
Piştî wê konserek hate dayîn. Olcay Bayir û Nizar Rohana yê Filistînî bi xebata “Projeya Bulbul” derketin ser dikê. Hunermendan stranên xwe bi Kurdî, Erebî, Tirkî, Romî û Ermenî gotin. Olcay Bayir din ava konserê de axivî, da zanîn ku li Amedê weke ku li mala xwe be û weha got, “Em du kesên ji neteweyên cudam e bi muzîkê di nava xwe de zimanê aştiyê ava kir. Hêvîdar im bo hemû dinyayê bibe nimûne.” Piştî wê Bayir a ku Aram Tîgran bi bîr anî strana wî “Ay Dilberê” strand.
Piştî konserê Muharrem Cebe kulîlk dane hunermend û beşdarên li ser piyan ji bo wan çepik lêdan.