Rojên danûsandinê yên Amed-Dihokê dest pê dikin

Rojên danûsandinê yên Amed-Dihokê dest pê dikin

Di çarçoveya Protokola Yekîtî û Biratiyê ya di navbera Şaredariya Sûrê û Şaredariya Dihokê de hatî îmzakirin her li bajarekî danusandinên rojên bajaran îsal li Amedê bi slogana "Birçên Amedê Dihokê hembêz dike" tên lidarxistin. Bernameyên çand û hûner û sporê dê 3 rojan berdewam dikin îro dest pê dikin.

Bernameyên di çarçoveya Protokola Yekîtî û Biratiyê ya di navbera Şaredariya Surê û Şaredariya Dihokê de 4 sal berê hatin îmzakirin îsal li Amedê pêk tên. Mihrîcan bi slogana "Birçên Amedê Dihokê hembêz dike" pêk tên û li Navenda Çandê ya Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê dê dest pê bike. Di çarçoveya mihrîcana 27'ê nîsanê de bi dawî dibe dê gerên fuar, bernameyên çand û hûnerê, panel, resepsiyon, spor û konser pêk bên.

Alîkarê Şaredarê Surê Mehmet Alî Altinkaynak têkildarî rojên danusandinê yên dê 3 rojan berdewam bike agahî dan û diyar kir ku protokola di navbera her du şaredariyên me de hatin îmzakirin di aliyê çand hûner, perwerdehî, spor, tevkariya bajarvaniyê û projeyên hevpar e. Altinkaynak, anî ziman ku 3 salin hatin û çûn heye û her dawî 8 meh ber li Dihokê rojên danusandina Amedê pêk hatibûn û wiha got: "Protokol bi awayekî serkeftî berdewam dike. Em dixwazin gelê me di çarçoveya wan bernameyan de tevlîbûnekê bi hêz nîşan bide."

Bernameya danusandina rojan wisa ye:

25'Ê NÎSANÊ

*Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn destpêkirin (11.00)

* Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn nîşadana folklorê (11.30)

* Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn pêşengeha wêneyan a Dihokê (12.00)

* Li tesîsên sporê yên Şaredariya Bajarê Mezin musabakaya futbolê (15.00)

* Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn panela wêjeyê (17.00)

* Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn resepsiyon (20.00)

26'ê NÎSANÊ

* Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn panela çapemeniyê (11.00)

* Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn pêşandana filîma bi navê Pawer (14.00)

* Li Mala Dengbêjan guhdariyan dengbêjan (20.00)

* Li tesîsên sporê yên Şaredariya Rezan mqaç Voleybolê ya jinan (18.00)

* Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn pêşandana kolandina arkeolojîk (11.00)

27 NÎSANÊ

* Li Qada Derê Çiya konsera Bilind Îbrahîm û Karwan Kamil (16.30)