Rêjeya îstîsmara zarokan 700 ji sedî zêde bûye!

Endama Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Umît Asiye Demîr destnîşan kir ku rêjeya îstîsmara zarokan di nava 10 salên dawî de 700 ji sedî zêde bûye.

Şîdeta dewletê û civakê ya li Tirkiyeyê herî zêde bandorê li zarokan dikin. Herî zêde zarok tên kuştin, îstîsmarkirin û keda wan tê xwarin. Bûyerên îstîsmarkirina zarokan di nava 10 slaên dawî de bi rêjeya 700 ji sedî zêde bû. Qanûnên tên derxistin jî bi kêrî parastina îstîsmarkaran tên. Di gelek dozan de bersûcên îstîsmarê ji ber hincetên "tehrîk bûye" ya jî "bi erênî nêzîk bûye" cezayekî sivik li wan tê birîn. Tenê ji sala 2016'an û vir ve ji ber îstîsmara zayendî li zarokan hatiye kirin 15 hezar û 51 doz hatin vekirin. Hejmara zarokên di nava 10 salên dawî de hatine zeiwcandin 482 hezar û 908 e. Wekî din, li gorî qeydên fermî 244 ji van zarokan hê di emrê zarokatiyê de zarokê wan çêbû. Bi qeyda nifûsê ya li gorî beyanê re, bersûcên îstîsmarê tên veşartin û zewaca di emrê zarokatiyê de tê nixumandin. Endama Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Umît Asiye Demîr, li ser îstîsmarkirina zarokan ji ajansa me re axivî.

'GELEK BÛYERÊN ÎSTÎSMARÊ HEYE, LÊ JI BER TIRSÊ SERLÊDAN NAYÊ KIRIN'

Demîr bi bîr xist ku koma dezavantaj a li qada mafên mirovan zarok in û ji aliyê xweîfadekirinê ve zehmetiyan dikişînin. Demîr destnîşan kir ku pêwîstiya zarokan bi alîkariyê heye û anî ziman ku zarokên tên îstîsmarkirin nikarin bi hêsanî qala tiştên bi serê xwe ve hatiye bike.

Demîr işaret bi zêdebûna îstîsmarkirina zarokan kir û ragihand ku 15 heta 20 ji sedî yê îstîsmarkirina zarokan nagihêjin ber destê dadgeriyê. Demîr got, "Îstîsmareke gelekî zêde heye. Lê belê ji ber ku zarok nikarin qalê bikin, ya jî ditirsin, serî li dadgeriyê nayê dayin. Bi dîtina me hejmara îstîsmarê gelekî zêde ye û ya ku li dadgeriyê serlêdana wê tê kirin hejmareke gelekî kêm e. Di dema dawî de malbat hê zane û têgihiştî ne, lewma bi ser îstîsmarê ve diin. Dîsa jî dixwazim vê yekê destnîşan bikim. Hejmara îstîsmarê gelekî zêde ye, lê ya serlêdana li dadgeriyê gelekî kêm e."

'CEZAYÊ KU ÎSTÎSMARKARAN JI VÎ SÛCÎ VEGERÎNIN NAYÊ DAYIN'

Di dewma axaftina xwe de Demîr işaret bi cezayê li bersûcan tê birîn kir û anî ziman ku ev ceza bi têra ku îstîsmarkaran ji vî sûcî vegerînin nake. Demîr der barê sedema zêdebûna bûyerên îstîsmarkirina zarokan got, "Dema ku me bi hevalên xwe yên psîkolog û civaknas sedema vê yekê nirxand, derket holê ku zarok ji vegotina bûyeran ditirsin, lewma îstîsmarkar ji hikumdariya li jinan bêhtir bi hêsanî dikarin li ser zarokan bibin xwedî hikum. Eşkerebûna îstîsmarkirina zarokan ji eşkerebûna îstîsmarkirina jinê zehmettir e. Tevî ku îstîsmar û destavêtina li jinê zêde bûye jî, jin dikare bi rê û rêbazekê dengê xwe bide bihîstin. Lê belê zarok ji vê ditirse. Kesê ku zarok îstîsmar dike jê re dibêje 'eger tu ji kesekî re qalê bike ez ê te bikujim' û zarok jî ji ber vê gefê ditirse û ji kesî re qalê nake. Jİ ber vê yekê gelek bûyerên îstîsmarê bi salan dewam dikin."

'JI ZAROKAN RE QALA ZAYENDIYÊ BIKIN KU DEMA ÎSTÎSMAR LÊ HATE KIRIN KARIBE QALÊ BIKE'

Demîr da xuyakirin ku bûyerên ensestê zêde bûne, bûyerên ensetê di emrê zarokatiyê de dest pê dike, dema ku zarok fêhm dike îstîsmarkar xwe vedikişîne, piştre derbasî zarokên din ên biçûk ên li nava malbatê dibe û eşkerebûna bûyeran demeke dirêj dewam dike. Demîr anî ziman ku li nava civakên girtî hişmendiya zayendî çiqasî nayê zanîn û bûyerên îstîsmarê jî ewqasî zêde dibin. Demîr destnîşan kir ku divê ji zarok re qala zayendiyê were kirin û got, "Em ji zarokên xwe re qalê bikin bê zayendî çi ye. Ku zanibin, bê kîjan nêzîkatî îstîsmar e. Zarokên li nava civakên vekirî mezin dibin, zanin bê li çi rast tên. Lê belê ji ber ku li nava civakên girtî zayendî weke tiştekî şerm û guneh tê nîşandan, zarok zehmetiyê dikişîne ku fêm bike bê ya lê tê kirin çi ye. Bûyerên li devereke biçûk diqewime, bi zehmetî derdikevin holê. Ligel ku malbat bixwaze bûyerê bibe ber destê dadgeriyê jî, ji ber zexta civakê ser bûyerê digire. Ji ber vê yekê nixumandina bûyeran neheqiya herî mezin a li zarokan e."

'ZEWICANDINA DI EMRÊ ZAROKATIYÊ DE ÎSTÎSMAR E, DIVÊ WERE CEZAKIRIN'

Umît Asiye Demîr diyar kir ku di encama lêkolîna xwe ya dawî de wan tespît kirine ku 18 ji sedî yê 100 zewacan di emrê zarokatiyê de bi darê zorê hatiye kirin û got, "Zewicandina di emrê zarokatiyê de gelekî zêde ye. Di 15 saliya xwe de zarok hê nizane bê zewac çi ye û ev jî ji bo civakê dibe rîskeke mezin. Zarokeke 15 salî tê zewicandin, tiştên ku pê nizane bê çi ye, dijî. Zewicandina di emrê zarokatiyê de îstîsmar e. Binavkirina vê yekê weke 'zewicandina zû' rastiya îstîsmarê nagiuherîne. Zewicandina zarokeke 15 salî bi zilamekî 45 salî re îstîsmar e û divê bê cezakirin. Dibe ku haya zarokan ji vê tine be, ya jî malbat li ber ranebe. Di vir de ya ku divê bi giranî bê cezakirin malbat e. Divê ceza jî welê be ku nehêle malbat careke din vê yekê bike. Di rewşa heyî de ceza li kiryar tê birîn. Bêyî beyana zarokan bê girtin, divê kiryar bên cezakirin."