Dîmenên Kongreya 12'emîn a PKK'ê
Li Kongreya 12'emîn a PKK'ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin, di merasîma sondxwarinê ya giştî de delegeyan hemûyan soza xwedîderketin û parastina nirxên PKK'ê dan.
Li Kongreya 12'emîn a PKK'ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin, di merasîma sondxwarinê ya giştî de delegeyan hemûyan soza xwedîderketin û parastina nirxên PKK'ê dan.
Li ser 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ku di 27'ê Sibatê de eşkere kir, PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe ya awarte lidar xist û biryar da ku avahiya rêxistinî ya PKK'ê fesix bike, dawî li têkoşîna çekdarî bîne û karên bi navê PKK'ê têne kirin hemûyan bi dawî bike.
232 delegeyên beşdarî kongreyê bûn, li ser bingeha biryarên hatin wergirtin merasîma sondxwarinê ya giştî pêk anîn.
Soza delegeyan a li ser dema nû bi vî rengî ye:
"Ez ê li ser bingeha xeta Apoyî weke sosyalîstekî civaka demokratîk bijîm. Li hemberî şaristaniya bi serweriya mêr û sîstema dewletperest ez ê têbikoşim. Ez ê sîstema komun a demokratîk a ku xwe dispêre azadiya jinê, ez ê ji xwe re bikim esas. Di nava her şert û mercî de ez ê ji bo azadiya gelê Kurd têkoşînê mezin bikim. Ez ê pêşengiyê ji avakirina civaka demokratîk re bikim. Ez ê sosyalîzma demokratîk û jiyana azad biparêzim. Ez ê hemû nirxên ji aliyê PKK'ê ve hatine avakirin bijîm. Ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk û cîhaneke demokratîk ez ê têbikoşim. Li ser vê bingehê li ser şeref û rûmeta xwe sozê didim Rêber Apo, şehîdên Kurdistanê, gelê me û mirovahiyê."
Delegeyên kongreyê biryarên hatin wergirtin bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê" pîroz kirin.