Rapora tenduristiyê ya WHO: Di navbera welatên Ewropayê de cudahiyeke mezin heye

Li gorî rapora ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hat weşandin, di navbera daneyên tenduristiyê yên li welatên Ewropayê de, cudahiyeke mezin heye.

Vexwewarina alkolê, kişandina cixareyê û kîloyên zêde hînê li gelek welatan bi awayekî cidî gefê li tenduristiyê dixwin. 

Li gorî raporê, vexwarina alkolê bi taybetî li welatên Ewwropayê, di navbera salên 2005-2010'an de bi rêjeyeke ji sedî 10'an kêm bûye. Lê di vir de cudahiya navbera welatan balê dikişîne. Li gorî vê yekê, li welatên weke Tirkiye û Azerbaycanê vexwarina alkolê serê şexsekî ji bo salekê 1,4 lître ye, li Rûsya Spî ev yek 14,4 lître ye.

YÊ HERÎ ZÊDE CIXAREYÊ DIKIŞÎNE HÎNÊ EWROPA YE

Li gorî daneyên 39 welatan, di navbera salên 2010-2012'an de mirina ji ber kişandina cixareyê kêm bûye. Lê belê tevî vê yekê jî li welatên Ewropayê cixare hînê gelekî zêde tê kişandin. Di nava welatiyên Ewropayê de rêjeya kişandina cixareyê, ji sedî 30 e.

Welatên herî zêde cixare lê tê kişandin bi dorê Rûsya, Yewnanîstan û Gurcîstan in. Welatên cixare herî kêm lê tê kişandin Danîmarka û Îzlanda ne. Li Yewnanîstanê rêjeya kişandina cixareyê ji sedî 45 e, li Rûsyayê ji sedî 39, li Îzlandyê ji sedî 18, li Danîmarka û Brîtanya Mezin jî ji sedî 21 ye.

Li gorî rapora WHO, di kêmkirina kişandina cixareyê de, qedexeyên kişandina li hundir û nava mirovan, wêneyên li ser paketen cixareyê û zêdebûna buhayê cixareyê, bandor kirine.

KÎLOYÊN ZÊDE GEFÊ LI TENDURISTIYÊ DIXWIN

Di rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de nuqteyeke din a balê dikişîne ser xwe, kîloyê zêde û obezîte ye. Li gorî daneyên 51 welatan, di navbera salên 2010-2014'an de pirsgirêka mirovên xwedî kîloyên zêde, li şûna kêmbûnê zêde bûne.

Li gorî vê yekê, di mijara kîloyên zêde de DYA bi rêjeya ji sedî 61'an derdikeve pêş. Li Ewropayê ev rêje ji sedî 58,6 e.

Tê zanîn ku kîloyên zêde dibin sedema nexweşiyên dil, reh, tansiyon, kanser û diyabetê.