Ramangerê navdar Edgar Morin: Divê em ji bo gelê Kurd û Rêberê wan têbikoşin

Ji ramangerên herî mezin ên sedsalê Edgar Morin, diyar kir ku ew heyranê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e û got, "Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dozeke mafdar e. Divê em ji bo gelê Kurd û Rêberê wan Abdullah Ocalan têbikoşin."

Fîlozof û ramangerê navdar ê Fransî yê 103 salî Edgar Morin, ku ji salên 1950'î û vir ve yek ji kesayetên herî navdar ên sosyolojiyê ye, bersiv da pirsên me yên li ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Rêberê wan ê girtî Abdullah Ocalan ê zêdeyî 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê tê girtin.

Edgar Morin, destnîşan kir ku di bingeha pirsgirêka gelê Kurd ya ku îro tê jîn de encama polîtîkayên ku hêzên bi serkêşiya Îngîlîz û Fransiyan di dema hilweşîna Împaratoriya Osmanî de pêk hatiye û ji bo têgihiştina şerên ku îro li gelek navendan pêk tên de ev tişt anî ziman, "Tişta yekemîn a ku divê bê kirin ew e ku girêdana jeopolîtîk û dîrokî ya pevçûnan sazkirinên wan bi cih kirine. Weke mînak, gelê Kurd piştî hilweşandina Împaratoriya Osmanî bi awayekî keyfî ji aliyê Îngilizan û Fransiyan ve li netew-dewletan hat dabeşkirin. Di encama van polîtîkayan de gelê Kurd xwe di nava neteweyên cuda de, ji Tirkiyeyê heta Îranê parçekirî dît û ji mafê xwe yê netewebûnê bêpar ma. Bi ser de jî, dabeşkirina Împaratoriya Osmanî li ser neteweyên etnîkî yên newekhev li Ewropa û Asyayê bû sedema şerên gelek mezin. Yûgoslavya, piştre Kosova ya li Ewropayê û şerên li Rojhilata Navîn di encama sînorên netew-dewlet ên wê rojê hatine xêzkirin de bi pêş ketin."

'NEBÛNA ÇARESERIYÊN AŞTIYANE ŞERAN KÛRTIR DIKE'

Civaknasê navdar Edgar Morin, da xuyakirin ku sedemên herî mezin ên şerên bi vî rengî yên giran ên îro, nebûna çareseriyên aştiyane ne û got, "Nebûna çareseriyên aştiyane, xeteriyên şer jî di nav de xeteriya belavbûn û mezinbûna şeran bi xwe re tîne. Hin ji gelê Kurd karîbûn herêmeke xweser biparêzin û xwe biparêzin; lê yên din hîn di bin zilma hêzên mîna Tirkiye û Îranê de hebûna xwe dewam dikin."

Edgar Morin, anî ziman ku zêdebûna polîtîkayên populîst û serokên li cîhanê di şeran de roleke girîng lîstiye û got, "Li tevahiya parzemînan paşketinek giştî heye. Krîza cîhanî ya demokrasiyê û pêşketina rejîmên neo-otorîter bi amûrên kontrolkirina şexs bi kompûteran re, dibe sedem ku polîtîkayên populîst û serokên wê pêş bixe."

'PÊWÎSTIYA ME BI CIVÎNEKE NAVNETEWEYÎ HEYE'

Edgar Morin, nêzîkatiya hêzên rojavayî ya li şerê li Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nirxand û got, "Hêzên rojavayî ti carî pêdiviyên neteweyî yên gelê Kurd li ber çavan negirtin. Li hemberî vê yekê, di şerê li dijî DAÎŞ'ê de li gorî berjewendiyên xwe destek dan gelê Kurd ê li Sûriyeyê."

Morin, bersiva pirsa me ya têkildarê PKK’ê ku têkoşîna azadiya gelê Kurd dimeşîne, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve di lîsteya ‘rêxistina terorê’ de tê ragirtin jî ev tişt anî ziman, "Têgeha terorîst, ji bo vegotina berxwedana li dijî hêmaneke zordariyê her tim bi rengekî nerast hatiye bikaranîn. Ev helwest xizmetê ji aştiyê re nake. Divê şert û mercên civîneke navneteweyî ji bo başkirina rewşa Rojhilata Navîn ku di nav de gelê Kurd û Filistîn jî heye bê pêkanîn. Lê em ji perspektîfeke wiha dûr in.”

'ROJAVA MÎNAK NÎŞAN DIDE'

Fîlozof û civaknasê Fransî Edgar Morin, bal kişand ser girîngiya hebûna sîstema ekolojîk a demokratîk û azadiya jinê ya li Rojava hatiye avakirin a ku ji paradîgmayên Abdullah Ocalan îlham wergirtiye û anî ziman ku ev sîstem ji bo civakên li guherîn û veguherînê digerin ezmûneke girîng e. Edgar Morin, got, "Tecrûbeya Rojava mînak e û ji bo ku guhertinên tê xwestin pêk werin divê hê berfirehtir bên naskirin û li her derî were belavkirin."

Edgar Morin, bal kişand ser girîngiya pêngava "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de li qada navneteweyî hat destpêkirin û got, "Divê em ji bo gelê Kurd û Rêberê wan Abdullah Ocalan dest ji têkoşîn û pêngava xwe bernedin. Hêzên ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd dikarîbûn bikevin nava tevgerê, gelekî qels û ji hev belav in. Ji bo mudaxaleyeke navneteweyî ya li hemberî gelê Kurd pêk were, divê li cîhanê tevgereke demokratîk pêk were. Di vê wateyê de zextên navneteweyî yên li ser Tirkiyeyê, ji bo Abdullah Ocalan dikarin bi bandor bin."

'MIN JI BO GELÊ KURD TÊKOŞÎN KIR Û EZ Ê VÊ YEKÊ DEWAM BIKIM'

Ramangerê navdar Edgar Morin, da xuyakirin ku divê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li her qadê were destekkirin û got, "Nêrîna min zelal e. Ez heyranî têkoşîna gelê Kurd im. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dozeke mafdar e û min li ser navê wan têkoşîn kir û ez ê vê yekê dewam bikim. Lê belê ji bo gelê Kurd ji zaliman rizgar bibe, pêwîste konjonktura dîrokî biguhere. Ya girîng divê ev rastî û têkoşîna gelê Kurd neyê jibîrkirin."

EDGAR MORIN KÎ YE?

Edgar Morin ê di sala 1921'an de li Parîsê ji dayik bû, weke fîlozof û civaknasekî navdar ê cîhanê tê naskirin. Edgar Morin ku di dema şerê navxweyî yê Spanyayê de di eniya dij-faşîst de cih girt, piştre di sala 1942'an di dema Şerê Cîhanê yê 2’yemîn de tevlî têkoşîna li dijî dagirkeriya Elmanyayê ya li ser Fransayê dibe. Edgar Morin, di ciwaniya xwe de çalakvanekî komunîst bû û di sala 1951’ê de ji Partiya Komunîst a Fransayê vediqete.

Prof. Edgar Morin ku bi ramanên xwe yên ji salên 1950'î û vir ve li Fransayê û piştre jî li gelemperiya cîhanê bûye yek fîgurên nayên guherîn ên sosyolojiyê, di nava fîlozof û ramangerên herî girîng ên sedsalê de tê dîtin. Edgar Morin salên dirêj dîrektoriya Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê (CNRS) kir.