Qurbaniyên Komkujiya Şengalê li Êrîvanê hatin bîranîn
Li paytexta Ermenistanê Êrîvanê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bîranîn û komkujî hat şermezarkirin.
Li paytexta Ermenistanê Êrîvanê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bîranîn û komkujî hat şermezarkirin.
Li paytexta Ermenistanê Êrîvanê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bîranîn û komkujî hat şermezarkirin.
Li paytexta Ermenistanê Êrîvanê Komkujiya Şengalê di salvegera wê de hat şermezarkirin. Cara yekemîn e ku li Ermenistanê hemû sazî û dezgeh hatin gel hev, komkujiya Şengalê şermezarkirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku komkujiyên din ên li Kurdistanê yên bi destê çeteyên DAIŞ’ê berdawam dikin. Beşdaran komkujî bi tundî şermezar kirin û lanet kirin. Mîtîng li qada Mîkaîl Nalbendiyan a li ber bîrdariya sedsalê ya Êzîdiyan hat lidarxistin. Di mîtîngê de tim dirûşmên, “Bijî Şengal”, “Bijî Êzîdxan” hatin gotin. Gelek sazî û pêkhateyên siyasî yên Ermenî tevlî mîtîngê bûn û axaftin kirin. Çapemeniya Ermenistanê jî eleqedariyek mezin nîşanî mîtîngê dan.
Di destpêkê de ji bo ruhê cangoriyên Şengalê deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piştre Şêx derket û li ser ruhê cangoriyan terqîn xwend û dûa kir. Piştre bi navê Komîteya Kurdistanê endamê Komîteya Kurdistanê Davût Karasû axivî û wiha got: “Gelê me yê hêja vaye 6000 salin ola me yê pîroz Êzîdîtî heye. Dijmin û neyarên netewe û ola me dixwazin ola me tine bikin. Heya niha gelê me yê Êzîdî bi 74 fermanan re derbas bûye, li hember van fermanan jî li ber xwe daye û serê xwe netewandiye.
Di destpêkê de Şêx Şerfedîn û Derwêşê Evdî li ber xwe dane, lê îro bi hezaran Derwêşê Evdî li serê çiyayên Kurdistan û Şengalê li hember DAIŞ’ê û dijminên Kurdan şer dikin, têdikoşin û li ber xwe didin. Ez di serî de bejna xwe li hember cangoriyan û kesên li hemberî van xwînxwaran şerê parastina rûmetê didin ditewînim. Ez li ser navê tevgera azadiya Kurd sersaxî ji malbatên kesên ku li hemberî dijmin şer kirin û di vî şerî de şehîd ketine re dixwazim.
Ji ber wê yekê em dibêjin jiberiya her tiştî tifaq û serê her tiştî jî tifaq e. Ger em tifaqa xwe xurt nekin em ê tim di fermanan re derbas bibin. Di dawiyê de ez ji şehîdên Şengalê û tevahî Kurdistanê re rehmeta xêrê, ji saxan re jî sebrê û sersaxiyê dixwazim.”
Di dawiyê de gelek axaftin hatin kirin û di hemû axaftinan de behsa girîngiya tifaqê hat kirin. Di axaftinan de hat gotin ku ger tifaq nebe, wê fermana 74. ne ya dawiyê û ne jî ya destpêkê be. Di dawiyê de jî ji bo xêra şehîdên Şengalê li restorantekê xwarin hat xwarin û mîtîng bi dawî bû.