Qirkirina xwezayê li Kurdistanê berdewam e

Cerdevan hêj jî di bin çavdêriya leşkeran de li Cûdî û Bestayê daran dibirin û ketin û derketina ji gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilêrîtê qedexe ye.

Li Çiyayên Cûdî û Gebarê û herêma Bestayê cerdevan hêj jî daran dibirin.

Li Cûdiyê li Benavya û Nêvaya, li Bestayê jî ji herêma Kengê Gêrê Sêvê heta bi Çemê Mezin û herêmên Bîra Pêşû, Rîsor, Şerevan, Qûrtêka Pêşya, Têkera û Kaniya Mîr dar tên birîn.

ÇÊKIRINA QEREQOLÊ BERDEWAM E

Hat diyarkirin ku li devera Bîra Pêşû ya Bestayê, darên xelkê jî tên birîn û cerdevan gefa şewitandina daran li xelkê dixwin.

Çêkirina qereqolê li herêma Kaniya Mîr a Bestayê ku dest pê hatibû kirin berdewam e.

Hat ragihandin ku darên hatine birîn li gundên Navyan û Mila Kêrî hatine depokirin û li wir jî li TIR’an bar dikin û dibin dervayê bajêr, difiroşin.

ÊRÎŞÊN LEŞKERÎ BERDEWAM IN

Êrîşên leşkerî yên li Cûdiyê hatine destpêkirin berdewam in. Ji ber şer ji 10’ê Gulanê ve ye ku ketin û derketina ji gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilêrît ên Şirnexê qedexe ye.