Qeyûmê AKP'ê perwerdeya Kurdî bi navê dîn qedexe kir
Qeyûmê AKP'ê yê li Wanê, ku li Kreşa Perperok a Şaredariya DBP'ê zimanê Kurdî qedexe kir, bi navê dersa 'nirxan' dest bi dayina dersa dînî kir.
Qeyûmê AKP'ê yê li Wanê, ku li Kreşa Perperok a Şaredariya DBP'ê zimanê Kurdî qedexe kir, bi navê dersa 'nirxan' dest bi dayina dersa dînî kir.
Kreşa Perperok ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a DBP'yî ve hatibû vekirin û bi zimanê Kurdî xizmet dida. Lê belê qeyûmê rejîma AKP'ê, perwerdeya bi Kurdî ya li Kreşa Perperok qedexe kir û niha dersa olî dide zarokên 4-6 salî.
Li Kreşa Perperok a Kurdî ku du sal berê hat vekirin û bi temamî bi Kurdî perwerde dida, bi sedan zarok perwerde kir. Kreşa Kurdî ya bê pere, gelekî bala gelê Wanê dikişand. Zarok li kreşê bi zimanê xwe yê dayikê diaxivîn; distira, çîrok digotin, hînî reng û hejmaran dibûn. Bi saya yekemîn Kreşa bi Kurdî ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hate vekirin, zarokên Kurd cara yekemîn li Wanê bi zimanê xwe yê dayikê perwerde didîtin. Ji ber vê taybetmendiya xwe, piştî ku şaredarî bi destê qeyûm hate desteserkirin, kreş jî bû hedefa destpêkê ya qeyûm. Qeyûm zimanê dayikê yê zarokên li kreşê perwerde didîtin qedexe kir. Her wiha li mamosteyan jî axaftina bi Kurdî qedexe kir.
DERSA DÎNÎ YA BI NAVÊ 'DERSA NIRXAN'
Qeyûm û rêveberiya wî qîma xwe bi vê jî neanîn û ji zarokên 4 salî yên divê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin û ji xwe re bilîzin, rabû dersa olî dan. Dersa dînî bi navê 'dersa nirxan' ji zarokan re tê dayin. Jİ bo dayika vê dersê jî hin kesên ji Miftitiya Wanê hatin wezîfedarkirin. Hefteyê 5 rojan, rojane saetekê kesên ji aliyê miftitiyê ve hatine wezîfedarkirin dersa dînî didin zarokan.
MALBAT NERAZÎ NE
Malbatên ku zarokên wan diçin kreşê nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan û gotin, "Çi pêwîstî bi dersa dînî li kreşê heye. Ji xwe zarokên di vî emrî de çi fêhm dikin ji dersa olî? Bila miftitî biçe li mizgeftan dersa olî bide. Dersa olî li zarokên 4 salî nayê."