Qeydên dema nû yên Navenda Çandê ya Ciwanên Dêrsimê destpê kirin
Ji bo xebatên atolyeya qûrsa çand û hunerê ya Navenda Çandê ya Ciwanan a Midûriyeta Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Dêrsimê, qeydên dema nû destpê kirin.
Ji bo xebatên atolyeya qûrsa çand û hunerê ya Navenda Çandê ya Ciwanan a Midûriyeta Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Dêrsimê, qeydên dema nû destpê kirin.
Li qûrsên atolyeyê yên Navenda Çandê ya Ciwanan a Dêrsimê, qeydên ji bo dersên tembûr, bilûr, koroya jin û zarokan, keman, gîtar, erbane, piyano, semah, zaravayê kirmanckî, batarî, govend, şano, şan, Deyîrbaz (Dengbêjî), destpê kirin.
Xebatkarê navendê Kemal Karabûlût diyar kir ku qeyda li qûrsê wê heta 1'ê Nîsana 2015'an dewam bike û got, "Bi xebatên xwe yên li atolyeyê re em dixwazin çanda xwe, dîroka xwe, ziman û baweriya xwe ji nifşên nû re ragihînin. Lewma xebatên me yên qûrsa çand û hunerê bê pere tên dayîn û yên dixwazin qeyda xwe çêbikin divê serî li Navenda Çandê ya Ciwanan bidin."
Karabûlût ragihand ku bi zaravayê Kirmanckî yekemcar wê xebata atolye ya Deyîrbaz bê meşandin û got, "Yek ji hêzên ku çanda Kurd hildigire, Deyîrbaz e. Bi alîkariya gotin û muzîkê re, ji bo çand, ziman û baweriya me neyê ji bîr kirin kevneşopiya Deyîrbaz hatiye heta roja îro."
Karabûlût da xuyakirin ku ew ê li gelemperiya Dêrsimê xebatên xwe bidomînin û anî ziman ku ji bo dewamiya kevneşopiya Deyîrbaz ew ê Deyîrbazên li navçe û gundan li hev bicivînin û xebatên xwe bimeşînin.